Polîsên Belçika, şevêdin saet di 01 û 30î de, li navçeya Denderdleuw, avêtin ser navenda nûçeyan yên Stêrk TV û Medya Haber TV.

Polîsan navenda nûçeyan dorpêç kirin, destûrê nedan ku xebatkarên çapemeniya azad bikevin hundir.

Desteya Piştevaniya Stêrk û Medya Haber TV, bi daxuyaniyekê serdegirtina polîsên Belçîka şermezar kir û got,

“Ji bo pêşîgirtina li vê bêhiqûqiyê em bang li gelê xwe dikin ku berê xwe bide cihê televîzyonan.

Desteya Piştevaniyê ya Stêrk û Medya Haber TV got;

Dema dawî konsepta ku dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdan amade kiriye, hewl tê dayin ku bi cih bê anîn.

Serdana Tirkiyê ya li Emerîka, Iraq û Îranê, peymanên bi PDK’ê re mohr kir, li gel van hemûyan serdana Serokkomarê Tirk Erdogan ya li Iraq û Barzaniyan, nîşaneyên dawî yên ji bo bicihanîna konsepta qirkirinê ne.

Êrîşa dagirkeriya li ser Metîna jî asta leşkerî ya vê qirkirinê ye.

Eşkere ye ku ev konsept konsepteke êrîşa navneteweyî ye. Serdegirtina studyoyên Medya Haber û Stêrk TV, li Belçîka, nîşaneya şênber a vê yekê ye.

Televîzyonên me niha ji aliyê bi sedan polîsî ve hatine dagirkirin.

Bi vê serdegirtinê tê xwestin ku dengê gelê Kurd bê birîn.

Nabe ku em li hemberî vê serdegirtinê bêdeng bimînin.

Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo pêşî li vê bêhiqûqiyê û serdegirtina neqanûnî bigire, berê xwe bide cihê televîzyonan.”

Herwuha Polîsên ku 4 saetan li avahiya televizyonan man, kompîtûr desteserkirin. Polîsan her wiha ji bo ku weşanên televîzyonan asteng bikin qabloyên weşanê û ceyranê birîne.

Polîsan deriyê odeya Uplînkê şikandin û ketin hundir û aletên di hundir de jî texrîb kirin. Polîsan her wiha tundî li xebatkarên ewlehiyê yên avahiyê kirin.