Di 23’ê Îlonê de hinek kesan ser avahiya Tevgera Civaka Azadiya Kurdistanê ya Silêmaniyê de girtin, pencere, derî û eşyayên hindirê avahiyê hemû şikandin. Şandek ji malbatên van kesan serdana Tevgera Azadî kirin û daxwaza lêborînê kirin.

Navenda Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ya li Silêmaniyê di 23’ê Îlonê de rastî êrîşa hinek kesan hat û zererek mezin a madî giha navendê. Her wiha çend encamên Tevgera Azadî jî derb kirin. Duh şandek ji malbatên kesên êrîş kirîn serdana navenda Tevgera Azadî kirin û daxwaz kirin ku wan biborînin.

Li ser navê malbatên kesên êrîş kirîn Fazil Reşîd yê ku ji Kerkûkê ye axivî û got; “2 zarokên me tevlî PKK’ê bûne. Em jî dil teng bûn û me êrîşê Tevgera Azadî kir. Em daxwaza lêborînê dikin. Ji ber ku tevlîbûna zarokên me ti eleqeya xwe bi Tevgera Azadî re nîne. Em vê êrîşa xwe weke şaştiyek mezin dibînin.”