Mihemed Mehmûd ê 66 salî anî ziman ku wan li Dêrikê wateya Newrozê bi PKK’ê fêhm kir.

Mihemed Mehmûd anî ziman ku ew di sala 1990’î de tevlî nava karên çand û hunerê bû û got; Milîtanên PKK’ê mal bi mal digeriyan û gel şiyar dikirin.

Gel ji rejîma BAASê ditirsiya. Piştî ku milîtanên PKKê hatin gel bi cesaret bû.

Newroza li Dêrikê jî bi eşqeke mezin hate pîrozkirin. Ev jî bi saya milîtanên PKKê çêbû.

Mihemed herî dawî got; Rengê pîrozbahiyên Newrozê bi PKK’ê re guherî.

Bi PKK’ê re me wateya dîrokî ya Newrozê fêhm kir.

Em bûn şahidê wan Newrozan ku ji pîknîkê veguherîn berxwedanê.

Dema ku gel rastiya Newrozê fêhm kir, hîn bi xurtî tevlî bû.