Meclîsa Bajêr a Kerkûkê der barê êrîşên bombeyî yên şev Pêncşemê de yên li Kerkûkê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, armanc ji êrîşan afirandina fitneyê ye. Hin çavkaniyên nêzî PDK’ê jî ji Kurdan xwest ku ji bajêr derkevin

Bîlançoya şeş êrîşên bombeyî yên li kolanên Şeraa Qûds û Bexda yên li navenda Kerkûkê giran dibe. Hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan bû 7 kes, 29 kes jî birîndar bûn.

Şêniyên Kerkûkê ji bo xwînê bidin birîndaran li ber nexweşxaneyan li hev civiyan.

Li deverên ku êrîş lê hatin kirin 10 wesayit rûxiyan, xisar li dehan mal û kargehan bû.

Li gorî gelek derdoran, DAÎŞ berpirsyarê vê êrîşê ye, lê hîn kesî berpirsyarî negirtiye ser milê xwe.

Meclîsa Bajêr a Kerkûkê di daxuyaniya xwe de gotina “êrîşên terorîstî” bi kar anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em vê êrîşê bi hêrs şermezar dikin û mehkûm dikin. Di meha Remezanê ya pîroz de êrîşa li dijî gelê me yê sivîl nîşan dide ku terorîst çiqasî qirêj, hov û tirsonek in. Me li nava bajêr û herêmên derdora bajêr tedbîrên xwe yên ewlekariyê zêde kir.”

Meclîsa Bajêr hişyarî da ku bi van êrîşan re hewl tê dayin fitne di nava gelan de bê afirandin û diyar kir, wê gelên Kerkûkê li dijî her şêwe êrîşan biparêzin.

Di vê navberê de heman piştî êrîşên li Kerkûkê, ji hin ajans û malperên nûçeyan ên nêzî PDK’ê bangeke balkêş hate kirin. Li ser Facebookê ji hesabê medya civakî yê nîv fermî ya bi navê PDKNewsê nûçeyek hate weşandin û bang li Kurdan hate kirin ku bajêr biterikînin.

Çavkaniyên nêzî PDK’ê bi rêya medya civakî gotegot belav kirin û îdîa kirin ku DAÎŞ’ê êrîşî Kerkûkê kiriye, wê bikeve nava Kerkûkê û artêşa Iraqê jî êrîşî malên Kurdan ên li bajêr dike. Balkêş e piştî van êrîşan ku Meclîsa Gel got ‘ji bo fitneyê ye’, nûçeyên bi vî rengî hatin weşandin.