Parlementerê DEM Partiyê Mehmet Kamaç bersiva wezaretê û tecrîda li Îmraliyê nirxand.

Mehmet Kamaç bi bîr xist ku wan wekî koma meclisê li dijî bêhiqûqiyên li girtîgehan serî li Wezareta Dadê û saziyên pêwendîdar daye û got; Mixabin heta niha bersiva me ne hatiye dayin. Herî baş, Wezareta Dadê ji rewşa Imraliyê agahdar e û divê bersiva me bide.

Li Îmraliyê û hemû girtîgehan mafên girtiyan têne binpêkirin û bêhiqûqîtiyên pir giran hene. Ev rewşa li girtîgehan ne tenê malbatan girtiyan, tevahiya gelên li Tirkiyê eleqadar dike. Êdî mirov nikarin li derve jî, mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.

Mehmet Kamaç, bersiva Wezareta Dadê ku dibêje, “Li Îmraliyê tecrîd tune ye” weke inkara bêhiquqî û karên qirêj binav kir û got; Eger tecrîd tune be, 3 sal in Abdullah Ocalan bi tu awayî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin nekiriye. Ne bi telefonê û ne rû bi rû. Gelo, 3 sal ku tu agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin ne encama tecrîda giran e.

Hûn nikarin xwe li nedîtinê deynin û înkar bikin. Girtiyên nexweş hene. Li girtîgehan mirov dimirin. Doh li Wanê dayika Makbûle ya 83 salî, bi rapora ne rast û siyasî ya ATK’ê hate girtin.

Mehmet Kamaç, pirsa hunê heta kengî kurdan tune bihesîbînin kir û got; Divê ev mesele bi riyên demokratîk bê çareserkirin. Aktorê sereke yê vê meseleya bingehîn ya Tirkiyê Abdullah Ocalan e. Tcrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye, hunê hesabê vî sucî bidin.