Konferansa jinan ya Partiya Çep a Kesk li Enqerê bi tevlîbûna 400 delegeyan dewam dike.

Piştî rêzgirtinê, peyamên Hevseroka Berê ya Giştî ya HDP Fîgen Yuksek Dag û Hevşaredara Amedê ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin Gultan Kişanak hatin xwendin.

Piştre berdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û bal kişand ser rol û mîsyona Rêber Abdullah Ocalan ya di çareseriya pirsgirêka Kurd e û got; Têkoşîna me ya azadiya jinê ti carî hêsan nebûye Em bi têkoşîna her rêhevaleke jin, ku me winda kiriye dikine mînak û têkoşîna xwe dikin.

Çîgdem Kiliçgunç di kesayeta şehîd Sakina Cansiz de hemû jinên şehîd bibîranîn, têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar silav û got; Jin, di têkoşîna li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê parêzvanên aştiya bi rûmet in, di avakirina riya 3’mîn de pêşeng in. Em bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ bi rê ketine û têkoşîna xwe dewam dikin.

Div em rêxistina xwe mezin û bi hz bikin û li dijî êrîşên piralî yên desthilatdariya faşîst, ku dijminê kurd, jin, kedkar, kedkar û xwezayê ye têkoşînê bikin. Ddagerî jî kirine amurê qirkirina siyasî û jinana dikine armanc.

Çîgdem Kiliçgun, bal kişande ser tecrîda giran ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û got: Bêhiqûqiya li Imralaiyê, bingeha şerê taybet e. Li Tikriyê pirsgirêka Kurd heye. Rêber Abdullah Ocalan, ji bo pirsgirêkêç çareseriyek afirand. Rêber Abdullah Ocalan got; “Eger derfet bê dayîn, ez ê di nava hefteyekê de vê pirsgirêkê çareser bikim’. Ratsî ev e û divê Birêz Ocalan werê azadkirin.

Berdevka Meclîsa Jinan ya Partiya Çep a Kesk Canan Çalagan jî axivî û û got; Jin pêşengiyatêkoşînên aştî, edalet, ked, mafên mirovan, wekhevî û azadiyê dikin. Jin, wê faşîzma AKP/MHPê wek faşîzma 12ê Îlonê mahkum bikin. Roj roja berfirehkirina berxwedan û têkoşînê ye.

Canan Çaglayan destnîşan kir ku, tecrîda li ser Rêber Ocalan, veguherandine rejîmekê. Bi taybetî jinana dikine armanc û dixwazin ji hemû qadên jiyanê dûr bikin. Tecrîd kirina bingeha şerê taybet. Erka jinê şikandina tecrîda li Imraliyê ye û mahkum kirina faşîzma serdemê ye.