Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya salvegera şehadeta Kemal Pîr 17 çalakî kir. Di çalakiyan de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li kepçeyek û 10 çeperan hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got “Di salvegera 41’emîn a şehadeta wî de em hevrê Kemal Pîr ê ku yek ji hevalên pêşîn ê Rêber Apo bû, yek ji avakarê tevgera Apoyî û fermandarê pêşîn ê artêşa me ya gerîla bû û di heman demê de tarza berxwedana partiya me PKK’ê diyar kir, bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker ev agahî dan:

“Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

7’ê Îlonê saet 10.50 û 11.00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi taktîka sûîqestê li dagirkeran hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

7’ê Îlonê saet 12.00’an li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi çekên giran û ji du milan ve li kepçeyekê hate xistin û ev kepçe hate sekinandin.

7’ê Îlonê saet di navbera 19:45 û 21:30’an de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hate bombekirin. Dema helîkopterê xwest leşkeran deyne Qada Berxwedanê bi çekên giran li helîkopterê hate xistin.

Di 7’ê Îlonê saet 18.00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li çeperekê hate xistin.

7’ê Îlonê saet 09:05, 09:30, 10:00, 13:45, 14:05, 14:50, 21:00 û 23:59’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li 8 çeperan hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me YJA Starê ve hate kirin.

8’ê Îlonê saet 03:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li çeperekê hate xisitn. Ev çalakî ji aliyê hêzên me YJA Starê ve hate kirin.

Herêma Metînayê

6’ê Îlonê saet 12.00’an li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê hêzên me xwe bera nav dagirkeran da û çalakiyek kirin. Hêzên me ji nêz ve li dagirkeran dan û 2 dagirker ceza kirin.

Herêma Xakurkê

7’ê Îlonê saet 07:00’an de li Girê Şehîd Axîn bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 7’ê Îlonê de qada Golka ya Metîna 4 caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.

Herêmên Zap, Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, Metîna û Xakurkê bi topan hate bombekirin.

HPG’ê nûçeyên çapemeniya dewleta tirk jî derewand.

Got:

Wezareta Parastina Neteweyî ya Komara Tirkiyeyê ku veguheriye wezareta derewê, li ser şehadeta hevrêyekî me dîsa nûçeyên derew belav kiriye.

Hevrêyê me Şerzan Mawa (Ferît Yuksel) di 28’ê Hezîrana 2023’an de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê di encama êrîşa bombeya nukleerî ya taktîkî ya artêşa Tirk de şehîd bû.

Şehadeta hevrêyê me Şerzan û hemû agahiyên wî di 4’ê Tîrmeha 2023’an de ji gelê me û raya giştî re hate ragihandin. Di 10’ê Tîrmehê de çapemeniya şerê taybet a Tirk agahiyên li ser şehadeta hevrêyê me Şerzan berevajî kir.

Di 8’ê Îlona 2023’an de Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê şehadeta hevrêyê me Şerzan weke ku nû bûye ragihand û îdia kir ku ew yek ji berpirsyarên Zagrosê ye.

Beriya her tiştî divê em diyar bikin ku; artêşa Tirk ji ber ku bi bombeya nukleerî ya taktîkî bûye sedema şehadeta hevrêyê me Şerzan, artêşa sûcê şer dike.

Hevrêyê me Şerzan fedaî û şervanekî Apoyî bû ku bi dil û can ji doza azadiya gelê xwe bawer dikir. Weke ku çapemeniya şerê taybet a Tirk diyar dike, ew ne berpirsyarê Zagrosê bû.

Her şervanekî mîlîtanê Apoyî dizane dema pêwîst bike weke leşkerekî û dema pêwîst bike weke generalekî şer bike.

Em gelê xwe, raya giştî û saziyên çapemeniya azad ji bo ku bi heqîqetê bizanibin û ji derewên şerê taybet ê dewleta Tirk bawer nekin, agahdar dikin.”