Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Hecî Kaçan girêdayî êrîşa hewayî ya li Mexmûrê daxuyaniyek da. Kaçan diyar kir ku wê gav paşde neavêjin û got: “Em ê li ber xwe bidin û teslîm nebin.”

Balafirên dewleta Tirk a dagirker di saet 00:00’an de li derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr), Çiyayê Qereçox, Herêma Miştenûr, Şengal û Qada Parastina Medyayê bombebaran kirin.

Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a (Mexmûr) Hecî Kaçan li ser êrîşên hewayî yên li Mexmûrê daxuyaniyek da. Kaçan got: “Gelê Mexmûrê ji êrîşên dewleta Tirk ne biyanî ne. Di jiyana xwe ya penaberiyê de gelek bedel dane. Heta niha li hemberî hemû êrîşan li berxwedaye û wan êrîşan gav li me paş nedaye avêtin. Ti carî nikarin îradaya me teslîm bigirin. Em li vir bang li hemû gelê Kurd û dostan dikin bi piştgiriya wan em ê berxwe bidin û em teslîm nabin.  Dijmin çiqasî bi rêbazek bê exlaqane êrîşî gel bike jî, wê ti carî gelê me gav paş de na avêje. Ew êrîş wekî her demê îrade û baweriya me ya bi Rebêr Apo û Şehîdan xurttir dike. Em yên ku di wî şerê qirêj de hevkariya Tirk dikin şermizar dikin.”

Kaçan di dawiya axaftina xwe de got ku ew ti caran nahêlin dorpêç, êrîş û ambargo gav li wan paşve  bide avêtin û wê berxwedana Mexmûrê serbikeve.