Endama Konseya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif a nerazîbûn nîşanî bombe kirina Herêmên Parastinê yên Medya, Kampa Penaberan a Mexmûr û Şengalê da got: “Divê gelê Kurd mafê xwe yê rewa bikar bîne.”

Endama Konseya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif a ji bernameya Ronahî TV re axivî got: “Divê hemû gel, hemû Kurd û dostên wan ên li çar parçeyên Kurdistan û Ewropayê dijîn, rabin ser piyan û li dijî van êrîşan çalakiyên demokratîk û berxwedanê raber bikin.”

Ev êrîş ne tenê li ser Şengal û Mexmûrê ye, êrîşekî li ser hebûna gelê Kurd e; gelê Kurd vedixwînim ku mafê xwe yê rewa bikar bîne.”