Parlementerên Dem Partî 1’ê sibatê dest bi meşa mezin a azadiyê kirin, bivê meşê dixwazin balê bikişînin ser tecrîda li îmraliyê û pergala qirkirinê.

Baskê Wanê îro xwe gihandin Silopya ji aliyê dayîkên aştiyê û xelkê navçê ve hatin pêşwazî kirin.

Çalakgerên meşa a azadiyê tevlî dayîkên aştiyê û gel bi meşê berê xwe dan avahiya rêxistina Dempartî ya Silopya, gel bê navber dirûşm berzkirin, dayîkan stran gotin heta ber avahiya dem Partî.

Li ber avahiyê pêşî ji bo kesên di erdheja 6’ê sibatê de jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin û paşê parlementerên DEM Partî Onur Duşunmez dayîka Sêvê Demîr, Sakîne Demîr, namzetên şaredariyê Jiyan Ormanli û Nadîr Onuk û dayîkên aştiyê axivîn, peyamên girîng dan.