Hewldanên serokê Tirkiyê ji bo iqnakirina serokê Rûsyayê avakirina herêma ewle li Sûriyê têk çûn. Ji ber wê li berbijerkên nû digire. Niha jî behsa lihevkirina Adanayê bi rêjîma Sûriyê re dike. Ji aliyekî din ve perlamana Iraqê dosyaya temamkirina hikumetê heya biharê paşde xist. Her wiha têkîliyên Amerîka û Venziwêlayê  xeretiyek çidî dijîn.

NEVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî vê hefteyê behsa hevdîtina Rûsya û Tirkiyê û tevgerên Erdogan, tevî prosesa siyasî li Iraq û Yemenê, xwepêşendarên Sûdanê û têkîliyên Amerîka û Venziwelayê kirin.

El-Heyat: Îsraîl li dijî Îran û milîsên wê li başûrê Sûriyê şer dike

Rojnameya El-Heyat der barê şerê vekirî yên di navbera Îsraîl û Îranê de wiha nivîsî: “Îsraîlê li dijî Îranê êrîşa herî mezin pêk anî. Îsraîlê deverên ku Feyleq El-Quds lê bi cih bûye li derdora Şamê û gundewarên Deraa û Siwêda yên Sûriyê bombebaran kirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di dema êrîşê de xeta germ a di navbera wan û Rûsyayê de vekirî bû, Wezarete Parstinê ya Rûsyayê jî tenê encamên êrîşê gotin, xuya ye ku Rûsyayê ji Îran û Sûriyê re gotiye ku dijberiyê geş nekin û bersiva êrîşan nedin. Fermandarê hêzên Îranê Ezîz Nesîr got “Dijmin newêre êrîşî Îranê bike” û tekez kir ku “Îran ji bo şerê tunekirinê Îsraîlê amade ye.”

El-Ereb: Hewldanên Erdogan ku xwe li Rûsyayê bigire têk çûn

Ji mijarên girîng ku di vê hefteyê de di rojnameyên erebî de cih girtin hevdîtina Putîn û Erdogan. Li ser mijarê Rojnameya El-Erebî got “Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di serdana xwe ji ya li gel hempîşeyê xwe yê Rûsiya Vladîmer Putin de bi ser neket ku hewl da bi vê serdanê bersiva nêzîkbûna Wasihgotin ji Kurdan re bide. Sedema vê yekê hêrsa Rûsyayê ji ber Heyet Tehrîr El-Şam El-Nusra ya berê Idlib kontrol kir. nemaze ku Erdogan ku soza ya parçekirina wan bi cih ne anî.”

El-Ereb: Erdogan piştî têkçûna herêma bi ewle îşaret bi tîfaqa Adanayê kir

Rojnameya El-Ereb got “Serokê Tirkiyê Receb Teyyîp Erdogan îşaret bi vegera li tîfaqa Adanayê ya berê bi hikûmeta Sûriyeyê kir piştî ku çarşemê di îqnakirina serokê Rûsya ya piştgirya avakirina herêma bi ewle li bakurê Sûriyeyê de binket. Çavdêr matmayî man ku Erdogan careke din behsa li tîfaqa Adanaya Tirkiyê û Sûriyê, nemaze ku ev tîqfa avakirina herêma bi ewle di nav xwe de nagire.

El-Şerq El-Ewset: Ebdilmehdî serdana Mûsilê kir û berpirsyarên wê paşguh kirin

Di mijara Iraqê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha got: “Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî duh çû parêzgeha Mûsilê ya başûr ku li wir xwepêşandan dewam dikin. Ebdilmehdî bêyî ku haya berpirsên herêmê jê hebe çû bajêr û bi berpirsyaran re ne civiya.”

El-Heyat: Parlamanetera Iraqê temamkirina hikûmeta Ebd El-Mihdî heta buharê paş xistî

Rojnameya El-Heyat jî ji aliyê xwe ve got “Parlamanetera Iraqê piştî têkçûna dengdanên li ser bernamzetên wezaretên Perwere û Edaletê ji ber ne amadebûna Serokê Hikûmetê Adil Ebd El-Mihdî heta Adara bê paşxist.”

El-Ereb: Serokê Sûdanê tevgerên îsyanê bi kuştina sivîlan tawanbar kirin

Di mijara Sûdanê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Serokê Sûdanê Umer El-Beşîr roja yekşemê hin “sîxur” û tevgerên çekdar bi kuştina xwepêşandêran tawanbar kirin û got ku armanc ew e li welêt fitneyê derxin.”

El-Beşîr li herêma El-Kirêda li parêzgeha Elnîl Elebyed li başûrê welêt, ji hin mirîdên terîqetên sofiyan re axivî û wiha got: “Hin sîxur bi hinceta xwepêşandanan deran dişewitînin, ew xwepêşandêran dikujin.”

El-Heyat: Griffiths ji bo peymana Swêdê biparêze, dest bi tûreke din dike

Di mijara Yemenê de El-Heyat wiha got: “Şandeyê Neteweyên Yekbûyî yê Yemenê Martin Griffiths tûreke nû ya danûstandinên bi aliyên Yemenê re dest pê kir û dê hewl bide paymana Swêdê biparêze piştî ku milîsên Hûsiyan sozên xwe bi cih neanîn.

El-Şerq El-Ewset: Ramella dixwaze alîkariya ewlekarî ya Amerîkayê raweste

Di mijara Filistînê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: “Ramella yê ji Washingtonê xwest alîkariya Amerîkayê ya ewlekariyê rawestîne, serokwezîrê Filistînê Ramî El-Hemdella nameyek di vê derbarê de ji wezîrê karê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re şand û jê xwest wan alîkariyan rawestîne. Ev daxwaz bersiva wê bû ku kongreya Amerîkayê zagoneke terorê guhertibû. Li gorî zagonê heta ku Amerîka alîkariya ewlehiyê dide Filistîne, welatiyên Amerîkayê dikarin ji bo her zirarekê dozê li dijî hikûmeta Filistînê vekin.”

El-Şerq El-Ewsat: Maduro têkîliyên xwe bi Amrîkariyê re qut dike û dîplomasiyan ji welatê derdixe

Di kar û barê Venziwêlayê de rojnameya El-Şerq El-Ewsat got: “Aloziya Venizwêla û Amerîkayê bi awayekî cidî gurtir bûye. Serokê Venziwêlayê Nicolas Maduro qutkirina têkîliyên dîplomasî bi DYA`yê re ragihand. Ev girteka seroka Venziwêlayê, piştî ku rêveberiya serokê Amerîkayê Donald Trump bi serokê opozîsyonê Juan Guido wek serokê welat ê demkî itîraf kir hat.”

El-Ereb: Hevdîtineke ji bo lihevanîna Herîrî û Basîl

Di mijara Lubnanê de El-Ereb nivîsî: “Hevdîtina di navbera serokê hikûmetê yê erkdar Saad El-Herîrî û wezîrê karê derve yê hikûmeta demkî Cibran Basîl geşedanên saatên dawiyê nîşan dide, ku alî ber bi avakirina hikûmeta Lubnanê ve diçin.

El-Herîrî roja duşemê li Bêt Elweset pêşwaziya wezîrê karê derve yê hikûmeta demkî kiribû. Li gorî agahiyan Elherîrî dixwze wezîrê Elewiyan û nûnerê xiristyanan yên wî bin da ku vê forma hikûmetê bipejirîne.”