Li navçeya Bêgirê ya Wanê mînîbusek ku penaber tê de bûn qelibî. Di bûyerê de 12 kesî jiyana xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Bêgirê ya Wanê, mînîbuseke ku penaber tê de bûn li nêzî gundê Yûmakliyê wegeriya.

Tîmên tenduristiyê, arkuj, AFAD û jendermeyan sewqî cihê qezayê hatin kirin.

Mînîbusa ku piştî wegeriya agir pê ket, bi hewldanên arkujan hate vemirandin.

Di bûyerê de 12 kesî jiyana xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Wan, Erdîş û Bêgirê.