Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek da, şehîdên Helebceyê bi bîr anîn û got;

Em ê hesabê hemû komkujiyan bi pirsin.

KCKe diyar kir ku hêzên mêtinger û qirker yek ji komkujiyên li ser Kurdan di 16’ê Adara 1988’an de li Helebceyê pêknîn.

Komkujiya Helebceyê di dîroka mirovahiyê de yek ji komkujiyên herî bi êş û hovane ye.

Bi hezaran Kurd, jin, mêr, zarok û kal bi çekên kîmyewî bi awayekî hovane hatin şehîd kirin.

Ev komkujî li ber çavên cîhanê hat kirin û tu dewlet li dijî wê derneket.

Neteweyên Yekbûyî, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, Ewropa û dewletên din li hemberî vê komkujiyê bêdeng man.

Tenê dema ku berjewendiyên wan kete bin metirsînê li dijî rejîma Seddam rawestiyan.

Lê di êrîşên Enfalê de li hemberî qirkirina bi sed hezaran Kurdan pêwîstî nedîtin ku tiştekî bikin.

Hêzên modernîteya kapîtalîst û qirker, îro jî piştgiriyê didine polîtîkayên mêtinger ên dewleta Tirk a dagirker.

KCK bang li siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên Kurd kir ku li ser komkujiya Helebce û hemû komkujiyên li dijî Kurdan hatine kirin rawestin û rastiya dîrokî derxin holê.

KCKe got; Dema ku dewleta Iraqê li hemberî têkoşîna gelê Kurd têk çû û di sala 1983’an de YNK û dewleta Iraqê li hev kirin.

Di peymana hate imzekirin de çareseriya pirsgirêka Kurd li ser esasê xweseriyê hate erê kirin.

Lê dewleta Tirk ket dewrê û ev peyman xera kir û got; Em çareseriya pirsgirêka Kurd bi tu awayî qebûl nekin.

Seddam jî, cesaret ji dewleta Tirk girt û operasyona Enfalê dest bi komkujiyan kir û Komkujiya Helebceyê jî kir.

KCKe herî dawî got: Komkujî û qirkirinên li ser gelê Kurdistanê îro jî dewam dikin.

Dewleta Tirk a qirker a mêtinger û rêveberiya faşîst a Tayyîp Erdogan bi tu awayî naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe û bi gef, êrîş û dagirkeriyê hewl dide pêşî li vê bigire.

Çawa ku li Iraqê kir, îro hewl dide li Sûriye jî heman tiştî bike.

Lihevkirina dewleta Sûriyeyê û Kurdan, çareseriya pirsgirêka Kurd li Sûriye asteng dike.

Divê em hîmên ku rastiyên dîrokî li ser hatine avakirin baştir fêm bikin, yekîtiya xwe ya neteweyî xurtir bikin û li dijî komkujiyan û dijminê qirker bi bandortir têkoşinê bikin.