Mirovê herî temendirêj ê cîhanê Kurdê bi navê Ehmed Sofî yê ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, di 138 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Ajansa Fermî ya Îranê (ÎRNA), Ehmed Sofî di 18’ê Mijdarê de roja Çarşemê li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku Sofî ji ber temenê xwe yê dirêj jiyana xwe ji dest daye.

Îrnayê, kopya mînakek qeyda nifûsê ya Sofî û nasnameya wî weşand. Li gorî her du belgeyan, Sofî di sedsala 19’an de ji dayik bûye.https://cdn.iframe.ly/MFSJcnW

Bi gotineke din Sofî di 28’ê Sibata 1882’an de ji dayik bûye. Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê bi temendirêjiya xwe tê naskirin, ku gelek ji wan digihêjin 100 salî.

Kane Tanaka ya Japon ku weke mirova herî temendirêj a mirovahiyê tê naskirin, di 117 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Rekora temendirêj a cîhanê jî ji Jeanne Calment a Fransayê re hatibû dayin ku di 122 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dabû.

Lê belê Ehmed Sofî yê ji Rojhilatê Kurdistanê, ji mirovên herî temendirêj ên cîhanê gelekî mezintir bû.

Li gorî agahiyên ku di Press TV de hatin weşandin, Sofî ne nexweş bû. Sofî ku zarokên wî bi xwe tune bû, çar zarok jî kiribû zarok ji xwe re.

Malbata wî Sofî yekî kûbar, germ û alîkarî dida mirovên li derdora xwe, pênase dike.

Beriya naskirina Sofî mirovê herî temendirêj ê welêt kesekî 130 salî bû ku li bajarê Kamyaran ê Rojhilatê Kurdistanê bû.