Meclisa Malbatên Şehîdan ya Kantona Minbicê bi merasîmekê şehîd Ezîz Ereb, ku di 1986’an de di têkoşîna tevgera azadiya Kurdistanê de şehîd bû, bi bîr anî.

Merasîm li hola Meclisa Rûspiyan ya navenda Minbicê hate pêkanîn.

Piştî rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ezîze Hesen axivî û got:

Ji ber ku şehîd Ezîz ji fikrê neteweya demokratîk hez kir tevlî têkoşînê bû.

Bi şehadeta wî, rê li ber bi sedan ciwanên pêkhateya Ereb vekir ku tevli tevgerê bibin.

Ezîze Hesen diyar kir ku gelên li Kurdistanê, rojane şehîdên xwe yên aştî û ewlehî misoger kirine bi bîr tînin.

Em soz didin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

Ji bo vê jî divê em yek dest bin, dagirkeran ji xaka xwe derxin û xaka xwe rizgar bikin.

Piştre sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Ezîz Ereb, naskirina fikrê biratiya gelan û têkoşîna wî hate temaşekirin.

Merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.