MÎT’ê li navçeya Raco ya Efrîn a dagirkirî 6 kesên ji 50 heta 70 salî revandin.

Rêxistina Îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) li navçeya Raco ya Efrîn a dagirkirî 6 mirovên temendirêj ên ji 50 heta 70 salî revandin.

Kesên hatin revandin Necîb Halo, Mihemed Hesen, Neşet Kurdî, Samî Henan, Mihemed Hekîm û Mihemed Kolîko ne.

Li aliyê din çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve têne xwedîkirin, beriya niha ji bo kesên li navçeya Racoyê revandin, fîdye dixwestin. Lê vê carê agahî ji wan nayê girtin.