Herêma Cizîrê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku bi çandiniya xwe navdar e, ji ber birîna avê ya bi destê dewleta Tirk, ziwa dibe. Rêxistinên mirovî hişyariyê didin ku ev kiryarên dewleta Tirk dikare bibe sedema krîzeke nû ya mirovî.

Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dewlemendiya xwe ya berheman tê naskirin. Lê li aliyekî dewleta Tirk a dagirker avê li ser dibire, li aliyê din jî komên wê yên çete xaka wê ya berhemdar talan dikin.

Zeviyên li herêmê beriya niha bi ava Çemê Xabûrê bi têrkerî dihate avdan. Lê belê kêmbûna ava vî çemî bûye sedem ku zeviyên li herêma Cizîrê hişk bibe û xaka berhemdar ber bi çolbûnê ve biçe.

Di dema dagirkeriya DAÎŞ’ê de gelek caran berhemên stratejîk ên herêmê hatin şewitandin, zemîna çandiniyê hate wêrankirin, cotkar neçar man dev ji zevî û çandiniya xwe berdin û li pişt xwe bihêlin. Niha jî dewleta Tirk avê li ser herêmê dibire.

Birîna avê li ser herêma Cizîrê, metirsiya krîzeke mirovî li herêmê çêdike. Ji ber ku herêm bê av, bêgenim tê hiştin.

Piştî şerê deh salan ê li Sûriyeyê, wêrankirina hemû bajaran û kuştina bi sed hezaran kesî ji xelkên Sûriyeyê, av bûye krîza herî mezin a li Sûriyeyê.

Rêxistina Aştiyê Hollandayê (PAX) vê hefteyê raporek di vê der barê de weşand. Di raporê de hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê av çikandine û di encamê de çemê Xabûrê li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ziwa bûye.

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Aram Hena ji rojnameya Times a Brîtanyayî re axivî û got, “Dewleta Tirk bi qutkirina avê li ser xelkê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê gelek tewanên li dijî mirlvahiyê dike. Mixabin kes li hemberî vê yekê dengê xwe nake.”

Rojnameya Times’ê di nûçeya xwe de ragihand ku dewleta Tirk avê weke amûrekê bi kar tîne û ev jî dibe sedem ku av li Sûriyeyê kêm bibe.

Cotkarê herêma Dêra Zorê Casim Mihemed xemgîniya xwe ya ji ber demsala genim anî ziman û got, “Me îsal genim neçinî. Qedandina jiyanê bêgenim û bênan felaketeke rasteqîn e.”

Canim diyar kir ku wî îsal tenê carekê zeviyê xwe av daye, ew jî bi ava ji bîrê ye, lê belê têrê nekiriye, lewma berhemdayina zeviyan pir xerab bû.

Li gorî raporeke Hevpeymana Ajansên Hawarhatinê ku meha Tebaxê hate weşandin, li Sûriyeyê 5 milyon kes, li Iraqê jî 7 milyon mirov ji avê bêpar hatine hiştin. Ev jî bûye sedem ku li herdu welatan berhemdayina genim kêm bûye. Di raporê de hate bibîrxistin ku genim ji bo niştecihan bingeha çandiniyê, ji ber ku nan jê tê û nan jî xwarina sereke ye.

Ajansan hişyarî dan ku bi vî rengî dewam bike wê aloziyek nû rû bide û ev ê jî bibe sedema rûdana pêleke nû ya penaberiyê.

Rêxistina Alîkariyê ya Mercy Corps jî bal kişand ser kêmbûna ava paqij a li herêmê li ser tenduristiya mirovan û diyar kir ku bi hezaran zarok bi nexweşiya zikçûnê ketine. Rêxistinê her wiha ragihand ku ji bo peydakirina avê heft kes di qenalên avdanê de fetisîn.