Artêşa Myanmar a 1’ê Sibatê hikûmeta sivîl a Aûng San Sûû Kyî hilweşand, ji wê rojê û vir ve hema bêje her roj dixwazin çalakiyên protestoyî bi xwînê bidawî bikin. Çalakvan dixwazin vegerin demokrasiyê û rêveberiya berê bên azadkirin.

Lı gorî Neteweyên Yekbûyî roja Şemiyê 7 jê zarok bi giştî 107 xwepêşander hatine qetilkirin. Li gorî çapemeniya xwecihî jî 114 kes hatine kuştin.

Myanwaddy TV a di bin kontrola artêşê de ye, îdîa kir ku roja Şemiyê 45 kes mirine, diyar kir ku çalakvan li dijî hêzên ewlekariyê çek û bombe bikar anîne, ji ber vê mirin pêk hatine.

Li gorî Komeleya Alîkariyê ya bi Girtiyên Siyasî re roja, Şemiyê 13 kes mirine.

Ji roja darbe pêk hatî û heta îro bi kêmanî 459 kes di xwepêşandanên protestoyî de hatine kuştin.

Serok Dewletê DYE’Yê Joe Bîden di daxuyaniya roja Yekşemê kirî de got: “Pir tirsnak e, skandal e.”

Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan a NY’yê Mîchelle Bachelle jî got: “Çalakiyên artêş û olîsan ên bê şerm û tund.”

Bi sedan kesên li Plate a li herêma Mandalya a dikeve navenda bajar daketin kolanan pankarta bi nivîsa ‘Hûn nikarin gel’ hildan.