Ji navenda Nûçeyan a radyoya dengê welat dembaş.
Îro 29 Adarê 2021ê, DUŞEM
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me….

&- Parêzer û wasiyê Rêber APO û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtina bi mûvekîlên xwe, îro dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

&- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, got, dîroka PKK’ê bi qehremanan pêş ket.

&- Nivîskarê Rojnameya Yenî Yaşamê Dr. Hayrî Hazargol got: Tirkiye li Îmraliyê asê maye

&- Fermandar Egîd li Herêmên Rojava û Bakur – Rojhilatê Surîyê bi merasîman hat bîranîn.

&- Operasyona ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li kampa Holê, li dijî çeteyên DAÎŞê dane desptêkirin berdewam dike.

&- Bi hezaran gelê Şengalê peymana di navbera Bexda û PDKê ya ji bo tasfiyekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê bi meşekê protesto kirin.