MLKP/Kurdistan komploya 20 sal berê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

MLKP/Kurdistan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku komplo têk çûye û têkoşîn û berxwedan didome.

Di daxuyaniya 15’ê Tebaxê ya MLKP/Kurdistanê de ev tişt hate diyarkirin:

“20 sal ji ser komploya 15’ê Sibatê derbas bûye û ev komplo bi agirên berxwedanê yên li zindan, kolan, çiya, bajar, ji Ewropayê heta Rojava tê pêşwazîkirin. Greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Leyla Guven didome li hemberî dewleta faşîst a Tirkiyeyê didome. Yên ku alaya berxwedanê hilgirtine diyar dikin ku ‘komplo bi ser neketiye û em ê bi ser bikevin.’

Wekî ku tê zanîn bi komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê îstîxbarata DYE û Îsraîlê hate dîlgirtin û teslîmî dewleta Tirk hate kirin. Bi komployê re hate xwestin ku Tevgera Azadiyê were tasfiyekirin, qirkirina Kurdan were domandin, statukoya mêtinger were parastin û îradeya gelan were şikandin.

Li Îmraliyê di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser gelê Kurd înkar û îmha û siyaseta qirkirinê tê kirin. Li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû hiqûqên navneteweyî hatine binpêkirin, tecrîd hatiye kirin.

Bi komploya navneteweyî re dihat xwestin ku gelê Kurd were teslîmgirtin lê ev daxwaz li îradeya azadiyê ya gelê Kurd ket. Di salvegera 20’emîn a komployê de berxwedan didome.

Di salvegera 20’emîn a komploye de em êrîşên faşîzan û rejîmên qirkirinê hilweşînin û têkoşîna xwe geştir bikin.”