Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan, ji ANFê re axivî, destnîşan kir ku civakeke hêviya xwe şikestibû, bi riya têkoşîna Gerîla li dijî dijmin têkoşîna xwe bilind kir.

Murat Karayilan di hevpeyvîna xwe de wiha dibêje:

Derbeya faşîst a 12’ê Îlonê tiştekî ji rêzê nebû. Destwerdana bi plan, cidî û berfireh a Gladiyoya NATO’yê bû û li dijî şoreşgeriya li Tirkiye û Kurdistanê bû.

Hemû kadroyên Tevgera Azadiyê yên girtî, li Girtîgeha Amedê kom kirin. Armanc berteref kirina PKKê bû û qirkirina gelê Kurd bû. Lê berxwedana Mazlûm Dogan, Ferhat Kûrtay, Mehmet Hayrî Dûrmûş û Kemal Pîr, piştevaniya herî mezin da Rêber Apo ku têkoşîn ji nû ve da destpêkirin. Di têkoşîna azadiyê û hebûna Kurd de, ev berxwedan xwedî cihekî mezin e.

Rêber Apo hîna di ’81ê de, li ser Botanê lêkolîn kiribûn û got; Botanê dilê Kurdistanê ye. Yê ku bibe xwediyê dilê Kurdistanê, wê bibe xwediyê hemû Kurdistanê. Li ser vê tevgera me berê xwe da Botanê. Wê demê peymaneke ku bi PDK’ê re hatî kirin, hebû. Di wê çarçoveyê de hêzên me ji Rojava derbasî Başûr dibûn.

Dewleta Tirk jî li ser Botanê radiwestiye û dixwest paşketî bihêle. MÎTa Tirk li vir serî li kiryarên qirêj dida. Bi rêya serokeşiran Botan kontrol dikirin. Lê Gerîla ket hundirê Botanê, plana dijmin vala derxistin, komên pêşeng, ji ’82’an û şûn de li Botanê dest bi têkoşînê kirin. Bi taybetî li Botanê tevlîbûna hêzên Gerilla pêşket.

Lê dema ku Pêngava 15’ê Tebaxê pêş ket, her tişt hate guhertin. Hingî lîderê Cuntayê Kenan Evren axaftina xwe ya navdar kir û got: “Yên ku ev êrîş pêk anîn bikevin kîjan kunê bila bikevin, xwe li pişt kîjan kuçî veşêrin bila veşêrin, artêşa me wê di nava 72 saetan de guhê wan bigire û bîne pêşiya edaletê.” Televîzyon, radyo û rojnameyan ev axaftin bi rojan bela kirin.
Gel jî bi mereq dişopand ku wê çend roj yan jî çend mehan bidome.

Lê di demeke kin de hate dîtin ku Pêngava 15’ê Tebaxê, di nav gel de hêvî afiran û tirsa mezin rakir. Di nav gel de, hem bendewarî çêbû, hem werekiyê dest pê kir.

Di encama xiyaneta çend kesan de agahî ji dijmin re çûn û zerarên ciddî dan.

Piştî ku rêheval Egîd şerekî li dijî hêzên dagirker de şehîd bû. rewş lewaz bû û bêhêvîtî zêde bû. Lê Rêber Apo, bi Kongreya Sêyemîn re mudaxeleyeke gelek girîng û dîrokî kir.

Rêber Apo careke din xet danî û bi hemû hêza xwe kete dewrê. Ev yek bû sedem ku Gerîla ji nû ve derketineke pêngavî bike û vê yekê ji ’87’ê û şûn de pêvajoya destpêkirina bilindbûnê bi xwe re anî.

Çeteya Çaran di wê serdemê derkete holê. Lê Rêber Apo pêşiya wan girt û pêvajoya serhildanê da destpêkirin. Vejîna ku em behsa wê dikin, ev e. Pişît6 ku hate dîtin, Gerîla bi dilsozî û fedekarî têkoşînê dike, darbeên girna li dijmin dixe û her diçe mezintir dibe, l gel rabû ser piyan.

Rêber Apo ji vê re got, ‘Şoreşa Vejînê’.