Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu di bernama taybet a Medya Haberê de pergala tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê û pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo nirxandin.

Mustafa Karasu bal kişand ser serdana CPT ya ji bo Tirkiyê jî û ji bo helwesta vê saziya ku di bin banê Konseya Ewrûpa de kar dike wiha got:

CPT serdana Tirkiyê kir, lê neçû Îmraliyê. Ji vê helwêstê em ê çi fêm bikin? Helwesta CPT di heman demê de helwesta Ewrûpa ye.
Ev di heman demê de nîşaneya polîtîkaya Ewrûpa ya li ser Tirkiyê ye. CPT, Ewrûpa bi vê seknê pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê meşrû dike.

Mustafa Karasu îşaret bi girîngiya têkoşîna li dijî vê nêzîkatiya ku pergala Îmraliyê meşrû dike, kir û got:

Li hemberê vê rewşê lazim e têkoşîn bê kirin. Têkoşîn divê, teşhîrkirin divê. Lazim e rûpoşa li ser rûyê CPT were xistin. Heta mirov vê neke rewşa pergala Îmraliyê jî nayê guhertin. Yanî encax bi vî awayî em bikaribin pergala Îmraliyê bişkînin.

Mustafa Karasu ragihand ti meşrûiyeteke pergala Îmraliyê tine ye û got:

Di esasê xwe de kesên pergala Îmraliyê danîn jî nikarin wê bi rê ve bibin. Ti meşûiyeteke vê pergalê nemaye û jixwe tine bû. Kes nikare xwedî li vê pergala îşkenceyê derkeve.Têkoşîn bê mezinkirin wê parêzer jî bikaribin biçin hevdîtinê bikin, wê Rêber Apo jî bi fizîkî azad bibe.

Mustafa Karasu têkoşîna li dijî Komploya Navnetewî jî nirxandin û got:

Pêngava azadiyê ya ji bo Rêber Apo êdî cîhanî bûye. Daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo bûye daxwaza gelên cîhanê hemûyî.
Ev têkoşîna cîhanî di roja îro de pir xurt bûye. Êdi dema wê ye ku em deriyên Îmraliyê bişkînin. Ti tiştekî ku meşrûiyeta xwe nemabe, nikare li piyan jî bimîne.

Der heqê rola têkoşîna gerîla û hêza ku dide pêngava azadiyê jî Mustafa karasu bi vî awayî destnîşan kir:
Çalakiyên gerîlayên azadiyê yên sala 2023’an û ev du mehên dawîn artêşa dagirker hejandin. Ev çalakî di esasê xwe de nîşan dide ku têkoşîna li dijî komployê gihiştiye kîjan astê. Gerîla bi çalakiyên xwe hêrsa xwe ya li dijî komployê jî destnîşan dikin. Têkoşîn li dijî kompoyê tê bi pêşxistin. Gerîla rêya têkbirina komployê jî nîşan didin.