Şehrîban Aslan ÇEWLÎK – Namzeta HDP’ê ya Çewlîkê Senem Çakas diyar kir ku ger bê hilbijartin ewil ji bo jinan projeyên wan hene û got: “Em dixwazin sînoran rakin. Em ê vê jî dest bidin hev û bikin. Ger jin biguhere, wê malbat biguhere, wê civak biguhere.” Li Çewlîkê di serî de HDP û her wiha AKP, CHP, MHP, Saadet Partî, BTP û BBP ji bo hilbijartinan xwe amade dikin.  Namzetên hevşaredariyê ya Çewlîkê Senem Çakas û Hişyar Ozsoy e. Senem di 1988’an de li Genç a Çewlîkê hatiye dinê û beşek mezin a jiyana xwe li Edeneyê derbas kiriye.  Li Zanîngeha Mustafa Kemal a Hatayê Beşa Îşletme ya Fakulteya Zanistên Îdarî û Îktîsadî qedand. Di Yekîneya Karên Îdarî ya fîrmayek navneteweyî ya li Edeneyê de wek pispor xebitî. Di 2014’an de  li Edene û Çewlîkê di Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK)  û Meclîsa jinan de cih girt. ‘HDP nirxê dide jinan’ Senemê bi lêv kir ku ew ji ber xeta mor a HDP’ê bûye namzet û got ji ber destmala serê wê gelek pirsgrêk jiyaye û got: “Ez li Çewlîkê mezin bûm. Min dibistana navîn û lîseyê li Edeneyê temam kir. Zanîngeha li Hatayê qedand.  Ez ketim ezmûnan. Ezmûna nivîskî min derbas kir lê mulakat derbas nedikir. Ez zewicîm û hatim Çewlîgê. Keçek min heye. HDP nirxê dide jinan. Ji ber vê min HDP tercih kir.  Girîngiyê dide jinan. Ji bo xurtbûna jinan pêşî vedike. Sedema tercîha min ev bû.” ‘Em ê ji bo jinan qadên îstîhdamê biafirînin’ Senemê destnîşan kir di rewşa bên hilbijartin ewil ji bo jinan wê qadên îstîhdamê biafirînin û got li Çewlîkê malbat û derdor jinan piranî berê wan didin qadên cemawerî û got: “Divê jin ne tenê di qada cemawerî di her qadê de bên dîtin. Li gorî jîrbûna wan qadên îstîhdamê bên afirandin ku ew jî cih bigirin. Hedefa me ev e. Em naxwazin jin di atolyeyên konfeksiyon, navendên bangê û reyonên marketan de heps bibin.  Niha Sûka Kedê ya Jinan heye lê ew çar dîwar e. Ji bo wir butçeyek baş nehatiye veqetandin.  Ya hatiye veqetandin jî ji bo rantê hatiye veqetandin. Em ê girêdayê midûriyetên polîtîkayên jinan, baskê projeya jinan ava bikin.” ‘Jin gelek pirsgirêkan dijîn’ Senemê daxuyakirin ku yek ji pirsgirêkên herî mezin a Çewlîkê çanda kahwê ye û got: “Mêr ji ber betaliyê diçin kahweyan. Havîn û biharê ev kahwe heta peyarêyan diçe.  Jin nikarin ji wir derbas bibin.  Li Çewlîkê pirsgirêka veguhestinê ya jinan jî heye. Jinên xwedî zarok carna ji ber qerta wan tune ji otobusê tên derxistin.Mixabin derfetê hemû kesî ne wek hev e. 4 sale ez li Çewlîkê dijîm.  Mala şînê ya jinan tune ye.  Em plan dikin ku li bajar 5 heb malên şînê çêbikin. Li gorî hewcedariyên jinan em ê çêbikin. Jin naxwazin hepsê malê bibin.  Kedkarên me yên herî mezin kevaniyên malê ne.  Betlanek wan tune ye, navberek wan tune ye, sigorteya wan tune ye. Jin dikarin siyasetê bikin, dikarin bixebitin. Ger em dest bidin hev em ê bikaribim vê bikin. Ger jin biguhere malbat diguhere, malbat biguhere civak diguhere.”