Nasir Yagiz 128 roj in bi rengekî bêdem û bêdorveger di greva birçîbûnê de ye. Rewşa wî ya tenduristiyê roj bi roj nebaş dibe.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Nasir Yagiz a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 126’an de didome. Her diçe tenduristiya Yagiz giran dibe. 

Li aliyê din greva birçîbûnê ya bêdawî-bidorveger a li Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê di roja 128’an de bi koma 64’an dewam dike.

Her roja diçe pirsgirêkên tenduristiyê yên Nasir Yagiz giran û krîktir dibe. Yagiz êdî ne dikare rabe û her derê wî diêşe. 

MEXMÛR

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 16’ê Kanûna 2018’an de li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 102’an de didome. Çalakî bi koma 35’an didome.

Li aliyê din greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fedîle Tok jî di roja 68’an de bi biryardarî dewam dike.

SILÊMANÎ

Greva birçîbûnê ya li Komeleya Karkerên Mezopotamya ya Silêmaniyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 104’an de ji aliyê koma 53’emîn ve hate dewir girtin.

Koma 53’emîn ji sê jinan pêktê ku her sê jin jî endamên Rêxistina Niwêger a ji bo pêşxistina hunerê ne.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Herêm Mehmud di roja 33’an de dewam dike. Her wiha çalakiya Şeyma Ednan a ji bo mehekê dest bi grevê kiribû jî di roja 26’an de ye.