Şervanên HRE Cûdî Reşo û Cûdî Gabar tevî 3 hevalên xwe Çîçek Kobanê, Jiyan Efrîn û Dilşêr Serê Kaniyê di 30’ê Çileya 2024’an de, di çalakiya gundê Basilê yê Şêraway de, şehîd bûbûn.

Piştî 3 mehan cenazeyên şehîdên çalakiya Basilê Cûdî Reşo û Cûdî Gabar gihane destê malbetên wan.

Şêniyên Kantona Efrîn û Şehba jî, bi karwanekî wesayîtan cenazeyên şervanên HRE Cemîl Silêmen (Cûdî Gabar) û (Cûdî Reşo), birin Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê.

Li gorîstanê, piştî rêzgiritnê, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehba Hesen Berko axivî û di kesatyeta 5 şehîdan de hemû şehîdên azaidyê bibîrnaîn.

Piştre endama Komîteya Civaka Demokratîk (KPC-D) Rûken Ehmed wesîqeyên her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin.

Piştî xwendina wesîqeyên her du şehîdan ciwanekî Efrînê soza tevlêbûna li nava Gerîlayan da.

Bavê şehîd Cûdî Gabar, Ehmed Silêmen jî axivî û got:

“Em bi çalakiya şehîdên xwe serbilind in. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê li ser xeta wan bimeşin.”

Birayê şehîd Cûdî Reşo, Silêmen Reşo jî axivî û diyar kir ku ew ê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.

Cenazeyê şehîdan bi dirûşme û tilîliyan hatin veşartin.