Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameya gerîlayên 1’ê Cotmehê li Enqereyê li hemberî Wezareta Karên Hundir a Tirk çalakiya fedaî kirin, eşkere kir.

Daxuyaniya Fermandariya Biryargehê ya Navenda Parastina Gel (NPG) bi vî rengî ye:

“Me ragihandibû ku 1’ê Cotmeha 2023’an saet di 09:30’î de li navenda Enqereyê li hemberî Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk tîmekî girêdayî Tabûra me ya Nemiran çalakiya fedaî kiriye. Me diyar kiribû ku em ê agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyên me yên fedaî eşkere bikin.

Tîma me ya fedaî ku ev çalakiya bi heybet û dîrokî bi rengekî profesyonel pêk anî hevrêyên me Rojhat Zîlan (Ozkan Şahîn) û Erdal Şahîn (Hasan Ogûz) in.

Hevrêyên me Rojhat û Erdal bi çalakiya lehengiyê ya dîrokî dijminê qirker mêtinger hejand, mohra xwe li demekê xistin û bûn sembol.

HPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz xwest û soza dilsoziya rêbaza hevrêtî û jiyana Apoyî, hêza tolhildana mezin a şehîdên fedaî yên Tabûra Nemiran da.
Soza biserxistina têkoşîna wan dubare kir.

HPG’ê agahiyên nasnameya herdu şehîdan wiha parve kir:

Nasnav: Rojhat Zîlan, nav: Ozkan Şahîn), li Wanê ji dayik bûye. Dayik û bav, Îpek-Mehmet. Dem û cihê şehadetê: 1’ê Cotmeha 2023 / Enqere

Nasnav: Erdal Şahîn, Nav: Hasan Ogûz, li Mersînê ji dayik bûye. Dayik-Bav: Ramziye-Abdûlselam. Dem û cihê şehadetê: 1’ê Cotmeha 2023 / Enqere