Hevrêyê me Rojhat Zîlan li navçeya Erdîşê ya Wanê li nava malbateke ji eşîra Celalî ji dayik bû.

Hîn di temenê biçûk de çîrokên li ser komkujiya Geliyê Zîlanê bandoreke giran li hevrêyê me Rojhat kir.

Bi saya van çîrokên ji mezinên xwe guhdarî kir, hîn wê demê rastiya dijmin nas kir.

Piştî ku kekê wî Egîd Wan (Îlhan Şahîn) weke bersiva li Komploya Navneteweyî ya sala 1999’an de tevlî nava refên gerîla bû, hevrêyê me Rojhat partiya me PKK nas kir,

Li Stenbolê dema ku dixebitî weke ciwanekî Kurd; azadiya Rêbertî û gelê me ji xwe re kir pîvana têkoşînê.

Piştî ku kekê wî Egîd Wan (Îlhan Şahîn) sala 2011’an li Qendîlê şehîd bû, di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Gihîşt wê encamê ku ji bo pêkanîna vê armanca xwe divê bi rengekî fedaî tevlî bibe, bi vê armancê jî beşdarî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû.

Weke fedaiyekî pêşeng ê Tabûra me ya Nemiran a Şehîd Zîlan; metirsiya qirkirina li ser gelê me dît, ji bo berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne, li benda kêliya herî guncav sekinî.

Hevrêyê me Rojhat bi çalakiya fedaî ya li dilê dewleta Tirk a qirker ev ruhê fedaî gihand asta herî bilind û cihê xwe di dîroka serbilind a azadiyê ya gelê me de girt.

Hevrêyê me Erdal Şahîn;

Li nava malbateke me ya welatparêz ji dayik bû. Ji navenda berxwedanê ya xaka Botanê ya qedîm ji Şirnexê koçî Mersînê kir.

Ji eşîra Harûnî bû ku gelek jê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûn.

Hesreta welêt û hezkirina Kurdistanê di dilê wî de timî xurt bû, PKK zû nas kir.

Bîranîna têkoşînê ya apê wî Şehîd Şahîn Cansel (Ahmet Ogûz) ku salên 1990’î şehîd bû, bandoreke mezin li hevrêyê me Erdal kir.

Di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû.
Di xeta Zîlan de bû fedaiyek ku li ser xeta fedaiyan meşiya.

Bi gotina fermandarê me yê nemir Şehîd Egîd Civyan; ‘Di dil û mejiyê xwe de welatê xwe ava kiribû. Ji ber ku zanîbû welatek ne li ser xakê, lê di destpêkê de di mejî de tê avakirin.’

Bi rengê Zîlan li dilê dijmin xist, bû yek ji bijarteyên xeleka li dora Rêber Apo.

Bû peyama herî mezin ku ti sûcên li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê wê bêbersiv nemîne û bû qasidê vê yekê.

Hevrêyê me Erdal ku navê xwe li nava nemiran neqişand, di dilê her ciwanekî Kurd de bi berxwedanê lê dide.

Fermana serketinê ya hevrêyê me Erdal wê ji aliyê hevrêyên wî ve teqez bi cih bê anîn û azadiya gelê me bê misogerkirin.”