Greva birçîbûnê ya li girtîgeha navendî ya Urmiyê îro roja xwe ya 10´an tije dike. Şahidî ji gelek qehremanan re kiriye der û pencereyên vê zindanê. Der û dîwarên meydana girtîgehê ji xema darvekirina şoreşgeran zer bûye ji şerman. Di nava bajarê Urmiyê de wek deqeke reş û kirêt li ser dilê, vê girtîgehê. Wê rojek were bêguman bajarê Urmiyê wê bixwaze vê deqa reş a li ser bedena xwe ya bedew, pak bike.

Girtîgeha Urmiyê darvekirin, kuştin, êşkence, bendewarî, rondikên dayikan tîne bîra mirov. Li kêleka van hemî tiştan şoreşgeran jî dixe bîra mirovî. Çi şoreşgerên li wê girtîgehê man û li wir hatine darvekirin, çi yên tenê li wir man û sirgûnî cihekî din hatin kirin û darvekirin. Di van salên dawî de bi taybetî vê girtîgehê şahidî li gelek serpêhatiyan kiriye. Kadroyê PKK´ê Hikmet Demîr bi navê xwe yê kod Egîd li vê girtîgehê maye û hatiye darvekirin. Ji bo cara yekê kadroyekî PKK´ê tê darvekirin, ew jî li vê girtîgehê. Çi qasî jî dişibe girtîgeha Amedê, yekemînên wê gelek in. Ji bo cara yekê ewqas Kurd di van salên dawî de li vê girtîgehê hatine darvekirin. Ne tenê girtiyên siyasî, gelek ciwanên Kurd bi behaneya ku qaçaxa madeyên hişber kirine, li vê zindanê tên ragirtin, yan jî hatine darvekirin. Girtîgeha Urmiyê di dema Şah de ango beriya şoreşa Îranê ya 1979´an, navenda Savak (Rêxistina Îstixbareta Îranê) a darvekirin, kuştin û bê ser û şûnkirina rewşenbîr, şoreşger û tevgerên çep bûye.

Bi hezaran mirov li vê girtîgehê hatine wendakirin û heta niha jî agahî ji wan tineye. Gelek caran dayikên me behsa vê girtîgehê dikirin ka bê çawa bi rojan li ber deriyê wê yê hesinî li benda agahiyekê diman. Gelek stran û lorîkên dayikan li ber deriyê vê girtîgehê hatine gotin. Piştî 1979´an jî rejîma meleyan ji dema Savak xirabtir, ev girtîgeh kirine navenda êşkenceyên herî giran.

Ew girtîgeha ku em her roj wêneyê deriyê wê li ser şaşeyên TV´yên xwe dibînin, hezar û yek serpêhatî hewandine. Herî zêde navendeke ku rejîma Îranê ji bo şikandina îradeya gelê Kurd bi kar tîne. Berê hinek cezayên qaşo sûcên wek qaçaxa madeyên hişber girtin bû, mixabin niha dewlet bi zanebûn gelek ji van cezayan vediguherîne darvekirinê. Navenda qirkirina Kurdan e girtîgeha Urmiyê. Pêşengên tevgera Rojhilatê Kurdistanê, PJAK ê, Husên Xizrî (Hêmin) û Hebîbullah Gulperîpûr (Bahoz) di vê girtîgehê de bi hovane hatin darvekirin. Gelek kes di vê girtîgehê de li benda darvekirinê ne.

Şert û mercên vê girtîgehê wek hemû girtîgehên Îranê gelekî xirab e. Eşkere mafê girtiyan tê binpêkirin û bê sedem ceza ji wan re tê birrîn. Li gel va zextan hemûyan jî, bêhurmetiya li beramber girtiyan, bi taybet girtiyên siyasî rewşeke ku girtî napejirîn in. Girtîgeha Urmiyê ne girtîgeheke ji rêzê ye ku serî li beramber her tiştî bitewîne. Çandeke berxwedanê êdî di zindana Urmiyê de heye. Şoreşgerên mezin wek Hêmin, Egîd, Bahoz û gelekên din li vê girtîgehê mane. Bi sirûda azadiyê ber bi kindirê sêdareyê ve çûne. Rêûresma berxwedana li zindana Amedê zindî kirine. Ji bo wê jî rejîma Îranê bi zanebûn gelek girtiyên ku cezayê darvekirinê li ser wan e, vediguhezîne vê girtîgehê û li wir wan bi darve dike. Li pêş çav girtiyên li wir, darve dikin ji bo çavê Kurdan bitirsînin.

Ji bo şermezarkirina vê hovîtiyê, qirkirina sîstematîk a li dijî Kurdan, ev qederê 10 rojan e ku girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne. Li beramber helwêsta girtiyan, rejîma Îranê bi rojan e u bi hovane êriş dibe ser wan da ku neçar bin dest ji greva birçîbûnê berdin. Girtî ji ya xwe nayên xwarê û serî natewînin. Ne pergala heyî ya êşkenceyê qebûl dikin, ne jî vê hovîtiya li ser wan tê meşandin. Dewlet dixwaze bi şikandina îradeya girtîgeha Urmiyê, di serî de îradeya hemû girtiyên Kurd û yên li seranserê Îranê bişkîne. Li gorî agahiyên ji wir tên, hêzên rejîmê her roj êrişî odeyên girtiyan dikin û êşkenceyê li wan dikin da ku dawiyê li çalakiya xwe bînin.

Her wiha, ev bi rojan e ku malbatên girtiyan li ber deriyê girtîgehê kom dibin û vê rewşê şermezar dikin. Lê malbat jî bi heman êrişê re rû bi rû ne. Ji malbatan re telefon dikin, gefan li wan dixwun ku zarokên xwe îqna bikin da ku dest ji grevê berdin. Naxwe, wê nehêlin ku bi zarokên xwe re hevdîtinê bikin. Jixwe, gelek kesên li girtîgeha Urmiyê bi taybetî kesên ji doza siyasî, bê parêzer in. Ev girtîgeh bi sîstemeke gelekî taybet ji aliyê Îtlaetê (Îstîxbarat) ve tê birêvebirin. Ji bo wê jî di meşandina şerê taybet li dijî malbatan de bi ezmûn e. Ji bo malbatên Kurd ên li ber deriyê girtîgehê bê îrade bikin, texsîr nakin û her cûre rêbazên qirêj bi kar tînin. Lê malbat guh nadin zextan û çawa zarokên wan di girtîgehê de li ber xwe didin, ew jî li derve heman helwêstê raber dikin. Ev helwêsteke hêja ye û divê mirov xwedî lê derkeve. Ji bo Rojhilatê Kurdistanê berxwedana li girtîgeha Urmiyê divê bibe qonaxeke nû ya bipêşxistina têkoşînê li beramber siyaseta qirrkirina Kurdan. Xwedîderketina li girtiyên siyasî yên li girtîgeha Urmiyê, di heman demê de helwêsteke li beramberî polîtîkayên înkar û tinekirinê ye. Îran di halê hazir de ji her liv û tevgerekê ditirse, ji bo wê jî bi taybetî li Kurdistanê rewşa awarte îlan kiriye. Gelek bajarên Rojhilat tije esker kirine, sewqiyateke zêde ya eskerî dike. Xwezaya Rojhilat dişewitîne. Bi behaneyeke pirr biçûk mirovan digire û davêje zindanê. Her roj li ser sînor Kurdekî dikuje yan jî birîndar dike. Li girtîgehan jî wisa bi hovane êriş dike. Ya rastî, çalakiya li girtîgeha Urmiyê jî li beramber terora dewleta Îranê ye.

Gelawêj EWRÎN