Jinên ku tevlî Komcivîna Navnerteweyî ya  di pêşengiya Navnenda  Lêkolînên Stratîjîkli a li Rojava li ser  paqijkirina nijadî û guhertina demografiya Efîrnê hat lidarxisitn bûn nerînên xwe anîn ziman û gotin: ‘ Dagirkirina Efîrnê hewldanên qirkirina çand, ax û zimanê gelan e, hêviya me ku em bighêjin çareseriykê li dijî terorîzma tirkiyê ya li ser Efîrnê.”

Jinên ku tevlî Komcivîna Navnerteweyî ya  di pêşengiya Navnenda  Lêkolînên Stratîjîkli a li Rojava li ser  paqijkirina nijadî û guhertina demografiya Efîrnê hat lidarxisitn bûn nerînên xwe anîn ziman. Ji jinên ku tevli komcivînê bûn Berdevka Fermî ya Yekîneyên Pastina Jinê (YPJ) Nesrîn Ebdullah der berê komcivînê de wiha got:” Komcivîneke ku di demeke pir hesas de tê lidarxistin. Pirsgirêka ku tê jiyîn wê cewherê wê  were îfadekirin di vê komcivînê de.  Pirsgirêka gelan îro tê nîqaşkirin, ne tenê pirsgirêka gelê kurd.   Ji ber êrîşek li ser axa welatê Sûriyê bi giştî heyE, ev serpêhatiya ku li Efrînê tê jiyîn, ji gelek aliyan de divê bê destgirtin.  Ji ber ku  hewldanneke xirakirina demugrafiyê ya pir kûr heye û ev jî bi destê Tirkiyeyê tê kirin.” 

Tirkiye gelan ji hev parçe dike

Nesrîn di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hewldanên parçekirina Tirkiyeyê ya welatan û wiha berdewam kir:   Tirkiye li welatan û di nava gelan de parçebûnê çêdike. Em hêvî dikin ku ev mijar baş werin nirxandinBaweriya me heye ku ev mijar baş werin nirxandin. Ji ber ku wê bi giştî Sûriye ji vê bi bandor bibe. Çiqas ku ev mijar di komcivînê de bê niqaşkirin wê çareserî jî ewqas nêz bib. Her kes li mijara Efîrînê meyîze dike ku bajarekî biçûk bû û hat dagirkirin û gelek kes dibêjin ku bajarên Sûriyeyê gele rastî dagirkeriyê hatine. Lê pirsgirêka Efrînê cuda ye ji ber ku li vir parçekirin û qirkirina çandê û ziman tê kirin.  Tiştê ku dewleta tirk li Efîrnê kir, bandora xwe li tevahiya Sûriyeyê dike. Nîqaşên ku li vir werin kirin wê bandoreke erênî li ser pêşeroja Sûriyeyê bikin.”

‘Tirkiye rûmeta civakî ya gelên Sûriyeyê hedf digire’

Nesrîn di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku  em wek Yekîneyên Patstina Jinê (YPJ)  êrîşa li ser Efîrnê wekî êrîşekê li ser tevhî jinên Sûriyayê, û rojhelata navîn dibînin û wiha got:” DAÎŞ bi hovîtiya xwe tê nasikirin lê tiştê ku dewleta tirk li Efrînê kir bi pêkanînên xwe DAÎŞ derbas kiriye. DAIŞ’ê ‘fikra islamî’ ferz dikir, dewleta Tirk terorîzmeke ku dixwaze îro axa te bide jibîrkirin kirin ferz dike û dibêje ku ev ax ne ya te ya min e. Tirkiyê, jin, ax û rûmeta  civakî ya gelên Sûriyê hedef digrê. Ez hêvîdarim ku ev pirsgirêka Efrînê di komcivînê de baş wer destgirtin ji ber ku ji bo tevahiya gelên li Sûriyeyê girîng e.”

‘Em hewl didin ku dawî li dagirkirinê bînin’

Jina bi navê Heyfa Çaçan a ku di nava Rêxistina Mafên Mirovan Sûriyeyê de cih digire ku tevli komxebatê bû wiha nêrîna xwe anî ziman: ” Armanca tevlibûna me ya komxebatê ew e ku  wek saziyên mafên mirova û hiqûqê ew e ku rapora ji roja yekê ya dagirkirina Efrînê de em raporekê amade dikin û em dixwazin di vê komxebatê de bi nêrînên ku em bigirin bigihîjin armanca xwe û rapora xwe li ser Tevahiya Sûriyeyê biqedînin û ji dadgehên navnetweyî re pêşkêş bikin.  Kesên ku ewqas êş û zerar ji êrîşên dewleta tirk dîtine em hewl didin ku dengê wan bikhînin civaka navneteweyî ku dagirkeriya li Efrînê bi dawî bibe.”