Nûnertiya HDP’ê li Hewlêrê bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakiya Hevseroka KCD’ê û parlementera Colemêrgê Leyla Guven ji 21’ê Mijdarê ve çalakiya greva birçîbûnê daye destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê bêdem di roja 13’emîn de didome. Herwiha Endamê Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê Nasir Yagiz jî li kêleka vê grevê bi tenê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye û di roja 12’emîn de çalakiya wî berdewam dike.

Nasir Yagiz eşkere kir ku heta ku ji Îmraliyê agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê girtin wê çalakiya wî berdewam bike. Herwiha li dijî tecrîdkirina Ocalan banga piştgiriyê kir.

Yagiz diyar kir ku eger niha gefên dewleta Tirk li ser Bakur hebin, wê pêşerojê gefên wê bigihin Başûr û parçeyên din ên Kurdistanê jî û got; “Divê gelê Kurd li dijî sitemkariya dewleta Tirk rawestin û rê nedin planên xwe pêk bine.”

Endamê Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê Nasir Yagiz 26 saliye û xelkê Êlihê ye. Nêzî 7 mehane derbasî Başûrê Kurdistanê bûye.