Starta Nerwozê wê li Amedê 11’ê Adarê destpê bike. Logoya Newrozê wê tecrîd, zextên li ser zimanê dayikê û yekîtiya netewî be.

Civîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (BDP), Desteya Rêveber a Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meclîsa Partiyê (MP) li gel hevşaredar û parlementer nûnerên Tevgera Jinên Kurd (TJA) a li ser Newrozê li Amedê bi dawî bû.

Di civîna li avahiya Rêxistina HDP’ê ya bajar ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat, logoya sereke ya pîrozbahiya Newroêz ya îsal wê zextên li ser zimanê dayikê, yekîtiya netewî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be.

Starta pîrozbahiyên Newrozê wê 11’ê Adarê roja Çarşemeê li Amedê bi civînek çapemeniyê destpê bike. Civîna çapemeniyê ya ku wê li Otela Demîr a Sûrê pêk bê wê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar, Hevşseredarên DTK’ê Berdan Ozturk û Leyla Guven, hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û nûnerên partiyên din ên di nava Xebatên Tifaqa Kurdistanê de cih digirin, amade bibin.

Di civînê de tecrîda li ser Ocalan jî hate nirxandin. Her wiha biryar hate girtin, ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan wê çalakiyên demokratîk pêk bînin.