Emîne Şenyaşar a hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re bi daxwaza “edaletê” li ber Edliya Rihayê çalakiya nobedê dewam kir.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, di 14’ê Hezîrana 2018’an de, xizm û parazvanên Parlamenterên AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di dema xebatên hilbijartinê de êrişî ferdên malbata Şenyaşar kiribûn û ji malbatê 3 kes kuştibûn. 6’emîn danişîna doza derbarê bûyerê de hatibû vekirin, wê di 12’ê Adarê de li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê dîtin.

Emîne Şenyaşar a di êrişê de hevjînê xwe Hacî Esvet Şenyaşar, du kurên xwe Adîl û Celal Şenyaşar winda kirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re, berî danişîna bê dîtin, bi daxwaza “edaletê” li ber Edliya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya malbata Şenyaşar a duh dest pê kiribû, îro di roja duyemîn de dewam kir.

‘GER BÊ XWESTIN EM HEMAN’

Ferît Şenyaşar, daxuyanî dan endamên çapemeniyê û got: “Heya ku kesên bavê min û 2 birayên min kuştin bên girtin, emê çalakiya xwe ya rûniştinê dewam bikin.”

Şenyaşar, da zanîn ku ji duh ve tu rayedaran bi wan re hevdîtin nekirine û wiha bilêv kir: “Heya ku em encamekê bi dest bixin, ger bê xistin em bi heman li vê derê rawestin.”