‘Nobeda Azadiyê’ ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, 434 hefte ne dewam dike.

Çalakiya ‘Nobeda Azadiyê’ ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, dewam dike. Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji eyaleta Bremen a Elmanyayê ne.

Koma ji Bremenê nobed ji koma ji bajarê Mannheîm ê Elmanyayê wergirt. Koma nû ji Kurdistaniyên bi navê Selahaddîn Taşçi, Vedat Demîr û Abdullah Sonay pêk tê.

Çalakgeran xemsariya raya giştî ya cîhanê ya li pêşberî daxwazên gelê Kurd rexne kirin û diyar kirin ku saziyên Ewropayê wezîfeya xwe bi cih nînin. Çalakgeran işaret bi şaşitiya helwesta Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) kir û destnîşan kirin ku ev helwest tê wateya piştgiriya ji bo polîtîkayên komkujiya Kurdan.

Endamên koma ji Bremenê gotin, “Hûn neçar in çalakiyeke ku ewqasî demdirêj e li ber çavan bigirin” û işaret bi çalakiyên di 10’ê Cotmehê de hatin lidarxistin kirin. Çalakgeran ragihandin, çalakiyên ku di 10’ê Cotmehê de li tevahiya cîhanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin lidarxistin wê bidomin û gotin, “Bi vê wesîleyê divê Kurd ji nû ve bi ruhê seferberiyê tevbigerin.”

Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ di 25’ê Hezîrana 2012’an de dest pê kiribû. Çalakî ji ber qedexeyên Covîd-19 ji neçarî ji bo demeke kurt navber dabû, lê ji bilî wê bênavber heta niha dewam dike.