NPG’ê ragihand ku Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Herêma Botanê Egîd Civyan tevî gerîla Hebûn û Canfeda şehîd bûye û ev peyam da: “Bi sekna xwe ya fedayî ya li ser xeta Egîd û Zîlanan, ji bo me hemûyan tê wateya asteke mînak a rasteqîn.”

Daxuyaniya Fermandariya Biryargerha Navenda Parastina (NPG) wiha ye:

“11’ê Îlonê li qada Masîro ya navçeya Şaxê ya Wanê, di şerekî dijî hêzên dagirker mêtinger ên Tirk de fermandarê hêzên ku Li Şengalê li dijî fermana li ser civaka me ya Êzidî têkoşiyan, endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê me yê Herêma Botanê hevrê Egîd Civyan (Vahdettîn Karay) û hevrêyên me Canfeda Goyî (Tekîn Yildirim) û Hebûn Girêspî (Xelîl Kavûs) şehîd bûn. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me, em ji gelê Geverê yê welatparêz, gelê me yê herêma Botanê, hêzên gerîla yên leheng û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Soza ku me dane şehîdên xwe di şexsê van şehîdên xwe yên leheng de careke din dubare dikin.

Operasyona dagirkeriyê ya mêtingeran ku 11’ê Îlonê serê sibehê li qada Masîro dest pê kir, weke her carê bi êrişa hewayî dest pê kir, di vê êrişa hewayî de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehat. Tevî ku alternatîfên cuda hebûn jî, hevrê Egîd biryareke dîrokî ya çalakiyê wergirt û tevî hêzên gerîla yên leheng ên pê re, li hemberî girê ku navenda kontrola fermandariyê ya dijmin lê bû, bi ruhê fedayî yê Apoyî çalakiyeke êrişê ya berfireh lidar xistin. Ev operasyona êrişa şoreşgerî ya ku serê sibehê saet di 06:30’î de dest pê kir, bi encamên ku bi dest xistî, veguherî çalakiyeke dîrokî. Di encama vê çalakiyê de tevî 5 rayedarên payebilind ên li navenda fermandarî-kontrolê ya hêzên mêtinger ên Tirk zêdeyî 10 dagirkerên mêtinger-qirker hatin cezakirin. Hêzên gerîla yên di bin fermandariya hevrê Egîd de hedefên dijmin bi rengekî serketî îmha kirin. Lê belê bi helîkopterên kobra û amûrên cuda yên şer ên hewayî dest li wan werdan û şer gihîşt asteke bilind. Di vê çalakiya dîrokî de ku veguherî destaneke rasteqîn a lehengiyê, Fermandarê Herêmê hevrê Egîd Civyan, fermandarê tîm Canfeda Goyî û fermandarê tîm Hebûn Girêspî şehîd bûn.

Agahiyên li ser şehadeta hevrê Canfeda Goyî û Hebûn Girêspî beriya niha hatibû zelalkirin û Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev bûyer bi raya giştî re parve kiribû. Lê belê piştî agahiyên zelal û bi berfireh gihîştin navenda me, eşkere bû ku hevrê Egîd şehîd bûye.

 Nasnav: Egîd CivyanNav paşnav: Vahdettîn KarayCihê jidayikbûnê: ColemêrgDayik-Bav: Hatîca-SadûllahDem û cihê şehadetê: 11’ê Îlona 2020 / Botan

MILÎTANÊ APOYÎ BÛ KU BI ROLÊN GIRÎNG RABÛ

Hevrê Egîd Civyan ewladekî Kurdistanê bû ku ji hembêza gelê Geverê yê welatparêz rabû. Weke ciwanekî ku bi hişmendiya kûr a welatparêziyê di serdema ronîbûnê de bû, li Zanîngeha Ûlûdagê sîstema ramanî ya Rêber Apo nas kir. Hevrê Egîd ku dilê wî ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê lê dida bi enerjiyê tijî bû, sala 1995’an zanîngeh terikand û tevlî nava refên gerîla bû. Ji roja ku tevlî bû û pê ve di nava 26 salan de timî li çiyayên Kurdistanê ma û her tim li eniyên herî pêş şer kir. Milîtanekî Apoyî bû ku di demên herî zehmet ên têkoşîna me de li qadên dijwar ên Zagros û Botanê kar kir, bi erka fermandariyê ya qadên Çarçela û Kato Jîrkayê ji aliyê îdeolojîk, rêxistinî û leşkerî ve rolên girîng da ser milê xwe. Sala 2013’an di pêvajoya vekişînê de hevrê Egîd derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, di bin sîwana Fermandariya Sewq-Îdareyê ya Bakur de tevlî karên girîng ên perwerdehî û rêxistinî bû, li ser pêşvebirina gerîlatiya li Kurdistanê, rol û mîsyona gerîlayên HPG’ê xebitî.

DI RIZGARKIRINA ŞENGALÊ DE ROLEKE GIRÎNG LÎST

Piştî ku DAÎŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de êriş bir ser Şengalê, hevrê Egîd fermandariya hêzên dest li Şengalê werdin da ser milê xwe. Di vê demê de bi roleke dîrokî rabû û bû yek ji kesayetên dîrokî ku operasyona rizgarkirina civaka me ya Êzidî ya hovîtiya DAÎŞ’ê bi rê ve bir, bi fedakariyeke mezin, bi wêrekî û hêza xwe ya fikrî gelê me ji nava lepên hovîtiya DAÎŞ’ê rizgar kir. Bi taybetî dema ku gelê me bi rengekî tî û birçî gihîşt Çiyayê Şengalê û çiya hatibû dorpêkirin, di wan rojên krîtîk ên dîrokî de li dijî êrişen li ser çiyayê Şengalê şerê parastinê kir û li ser bingeha parastinê civaka me ya Êzidî rizgar û ewle kir, li aliyê din ji bo vekirina korîdora ber bi Rojava ve li ser bingeha plana bi îrade, fedakarî û wêrekiyeke mezin, kir ku di nava 8 rojan de 150 hezar mirovên me ji Çiyayê Şengalê bi rengekî serketî derbasî Rojava bibin. Mezintirîn operasyona însanî ku dewletên xwedî derfetên mezin in jî nikarin bikin, bi navê partiya me PKK’ê, hevalê Egîd bi plansaziyeke hesas û dîsîplîneke xurt, bi rengekî serketî bi cih anî.

Hevrê Egîd ku bi mehan êrişên li ser Çiyayên Şengalê da şikandin, di dawiya dawî de jî xwe berda navenda Şengalê û demeke dirêj şerê li nava bajêr bi rê ve bir, di operasyona rizgarkirina navenda bajarê Şengalê û tevahiya Şengalê de bi roleke girîng rabû û wezîfeya xwe ya li vê qadê bi rengekî serketî temam kir. Li dijî faşîzma DAÎŞ’ê ya ku pişta xwe dida AKP û Tayyîp Erdogan, bi navê tevgera me operasyonên şoreşger ên hesabpirsînê koordîne kir û tola Şehîdên Fermandarê, her wiha wezîfeya derxistina çeteyên DAÎŞ’ê yên hov ji Şengalê bi rengekî serketî bi cih anî. Hevrê Egîd ku 3 salan li Şengalê bi erka fermandariyê rabû, gelek xizmetên girîng kir û piştî ku di rûniştandina sîstema azadîparêz a li Şengalê de roleke girîng lîst, ji Şengalê veqetiya. Hevrê Egîd di nava sala 2017’an de demekê li Fermandariya Sewq-Îdareyê ya Bakur cih girt, di bihara 2018’an de jî li herêma Botanê hate wezîfedarkirin û derbasî vê herêmê bû. Hevrê Egîd li vê derê wezîfeya fermandariya herêmê û eyaletê meşand, tevkariyeke girîng li pratîka şer a li Botanê kir û li ser xeta Fermandarê Mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz) bi pratîka xwe nîşan da ku bûye ‘Egîd’.

RUHÊ WÎ YÊ FEDAYÎ JI BO GERÎLAYÊN AZADIYA KURDISTANÊ FERMAN E

Fermandarê hêja hevrê Egîd bi hestên xwe yên welatparêziyê, bi hişmendiya şoreşgerî û pêşdîtina xwe ya xurt, bû fermandarekî leheng ê Apoyî ku tatkîkên êrişê û parastinê bi rengekî aqilane koordîne dikir û di vê mijarê de mohra xwe danî binê serketineke mezin. Performansa ku wî di têkoşînê de nîşan da, tevî dilsoziya xwe ya bi gel û hevrêyên xwe re, her wiha li gel rêbaza xwe ya jiyanê ya ji dil, durust, wêrek û fedakar, bi sekna xwe ya fedayî ku di çalakiya dawî de li ser xeta Egîd û Zîlanan nîşan da, ji bo me hemûyan asteke mînak a rasteqîniyê ye. Gelê Geverê yê welatparêz ku mîna fermandarên hêja yên têkoşîna me Welat Herinkî, Berçem Cîlo, Rizgar Gever û Têkoşer Gever bi sedan fedayî û fermandar ji nava xwe afirand, niha ewladekî xwe yê din ê leheng tevlî vî karwanî kiriye.

Gelê me di vê têkoşîna azadiyê ya pîroz de heta niha gelek ewladên xwe yên hêja şehîd dane. Di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de yek ji xelekên girîng ên berxwedan û şehadetê di 11’ê Îlonê de li qada Masîroyê qewimî ku hevrê Egîd, Canfeda û Hebûn şehîd bûn. Bi taybetî ruhê fedayî, wêrekî û destana lehengiyê ya ku van lehengan roja şehadetê nîşan dan, ji bo Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê fermaneke. Mîna ku çalakgerên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê nîşan dan, ev çalakiya lehengiyê ku fermandar û milîtanekî Apoyî nîşan da ku li cihê pêwîst divê mirov bi çi rengî tevbigere, eşkere ye ku wê bibe şêweyê lêdanê, şer û jiyanê yê gerîlayên serdema nû. Em kêfxweş û serbilind in ji ber ku em karîbûn bibin hevrêyên şervan û fermandarên bi vî rengî.

Gever, Şirnex-Qilaban, Girê Spî ku ji navendên girîng ên welatparêziya Kurdistanê ne, her wiha tevahiya gelê me ji ber ku lehengên bi vî rengî ji nava jiyana xwe ya civakî afirandine, çiqasî bi wan serbilind bin, heq e. Em soz didin ku ji bo bibin hevrêyê van hevrêyan, ji bo li ser rê û xeta wan bibin gerîlayên serketinê yên Apoyî em ê teqez bi ser biekevin û vê xeta lehengiyê bi serketinê tacîdar bikin. Di rêya ku bibin hêjayî Rêber Apo û şehîdên me yên leheng, em serketinê ji hevrêyan hemûyan re dixwazin.”