Yek ji fermandara YJA Starê Jîndar Çayan diyar kir ku di vê pêvajoya berxwedanê de ew li ser teknîka dijmin bûne pispor û li ser teknîka di destê xwe de jî serwer in.

Yek ji fermandara YJA Starê Jîndar Çayan derbarê salvegera avabûna PKK’ê ji ANF’ê re axivî. Çayan diyar kir ku dema PKK hate avakirin li dinyayê du pergal hebû û têkoşînên rizgariya neteweyî zêde bûbûn. Çayan got “Bandora nifşê 68’an zêde bû. Li dinyayê pêla şoreşger belav dibû. Rêbertiya me di wan deman de zanîngeh dixwend. Piştî ku Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya tên qetilkirin, vî tiştî bandoreke xurt li ser avabûna PKK’ê kir. Kemal Pîr û Hakî Karer di vê pêvajoyê de roleke çalak bi cih tînin. Dema ku Hakî Karer di 18’ê Gulana 1977’an de ji aliyê rêxistineke girêdayî MÎT’ê hate qetilkirin ev tişt pêvajoya avabûna PKK’ê lezgîntir dike. Avabûna PKK’ê bersivek e ji kuştina Hakî Karer re. Hakî Karer yek ji hevalê herî nêz ê Rêbertî ye. Dema ku lîseyê dixwîne fikrên şoreşger nas dike. Di salên lîseyê de ew û Kemal Pîr hev nas dikin. Piştre li zanîngehê Rêbertî nas dike û tevlî nav PKK’ê dibe. Dema ku biryara vegera welat tê dayîn, ew yek ji kesên pêşîn e ku vê biryarê pêk tîne. Ligel ku ziman û çanda Kurdistanê nizane tê Kurdistanê. Ji ber ku ji gelê Tirkiyeyê ye, di avabûna PKK’ê de karakterê wê yê enternasyonalîst derdixe pêş. Rêbertî ji bo Hakî Karer digot “Ew ruhê min ê veşartî ye” Ji ber vê bi qestî Karer hate kuştin. Hevalên bi Hakî Karer re mane digotin “Dema Rêbertî nirxandinek dikir, me lê guhdarî dikir lê Hakî bi Rêbertî re nîqaş dikir.” Asta wî ya fêmkirina Rêbertî gelekî li pêş bû.”

Çayan diyar kir ku yek ji jina pêşîn a tevlî nav PKK’ê bûye Sakîne Cansiz (Sara) ye û got “Heval Sara ji Dêrsimê ye û bandoreke mezin ji berxwedana Besê û Zarîfeyan stendiye. Sara rolên zayendiya civakî qebûl dike û beriya PKK’ê bi hin rêxistinên din re têkiliya wê  heye lê piştî naskirina Rêbertî û qonaxa komê êdî tevlî nav rêxistinbûna şoreşger dibe. Heta ku şehîd bû jiyana wê her dem şer bû û bi berxwedana xwe tê nasîn.”

Çayan diyar kir ku PKK’ê xwe ji ser rêgezên sosyalîst rêxistin kiriye û got “Ji bo ku jin were azadkirin, jin bigihêje cewhera xwe, pêvajoyek pêk hat. Ji bo gelan û jinan zemîna azadbûnê hate avakirin. Destkeftina herî mezin ev e. Di nav PKK’ê de pergaleke rêxistinbûneke xweser a jinê heye. Di nav PKK’ê de jineolojî heye. Ji ber vê jî li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn jin li ser zemîna PKK’ê xwe rêxistin dikin”

Çayan derbarê polîtîkayên şerê taybet a dewleta Tirk jî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze civakîbûnê ji holê rake û got “Ji bo ku civakîbûnê ji holê rake, divê nirxên exlaqa di nav civakî de ji holê rake. Ji ber vê jî dewleta Tirk ji ser jinan dixwaze wê ji cewher û nirxa wê ya civakî dûr bixîne. Bi şikandina îradeya jinan dixwaze îradeya civakê jî bişkîne. Leşker û polîsên Tirk li hera Kurdistanê dixwazin jinên Kurd bixînin. Divê jinên Kurd gelekî baldar bin. Ji bo vî tiştî ne hewceyî PKK’yî bin. Divê jin di warê parastina azadiya xwe de rêxistinbûna xwe biparêze.”

Çayan derbarê çalakiyên YJA Starê yên li Zap, Avaşîn û Metînayê jî diyar kir di sala 2021’an de di warê taktîk de wan xwe nû kirine û got “Bi berxwedana Siyanê ya li Garê re me tecrubeyeke xurt stend. Li Siyanê çar roj, li Mam Reşo 10 roj, li Zendûrayê 40 roj, li Tepê Sor 70 roj û li Werxelê jî sê mehan berxwedan hate kirin. Li van tunelan 24 saetan berxwedan hebû. di vê pêvajoya berxwedanê de em li ser teknîka dijmin bûne pispor û em êdî li ser teknîka di destê xwe de jî serwer in. Ruhê berxwedanê yê sala 2021’an di nav PKK’ê de gihişt asta herî jor. Berê jî xeteke fedaîbûnê hebû lê di berxwedana tunelan de xeta fedaîbûnê bilindtir bû. Hevalan di dema berxwedana Werxelê de peyamek şandibûn û diyar kirin heta hestiyê wan bihêle wê li ber xwe bidin.”