1ê Mijdar 2018 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 15:00, li Brûkselê 13:00

&- Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îro, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaz kirin ku sibe biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin.

&- Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da û got: Dewleta Tirk bi hewara DAÎŞ’ê ve dibeze.

&- Gerîllayên YJA Starê li Mêrdînê li dijî artêşa dagirker a Tirk çalakî pêk anîn, 4 leşker hatin kuştin.

&- Ajansa nûçeyan ANHA, binpêkirina mehekê ya hêzên Aartêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê ji raya giştî re şekere kir.

&- Platforma Zimanê Kurdî bi pêşengiya HDP, DBPê, ligel partiyên din yên Kurdan wê zimanê Kurdî bixin rojeva Neteweyên Yekbûyî.

&-Berdevkê Wezareta Derve yê Emerîkayê Robert Palladino got ji bo êrişên dewleta Tirk a dagirker “em navdi a fikaran de ne”