Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 22’ê Sibatê 2019 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin lê pêşî çend sernûçeyên me….

&- Berxwedana dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 107’mîn.

&- Navenda Ragihandina HPG’ê li ser bomberdûmana balafirên şer yên Artêşa Tirk ya dagirker daxuyaniyek da.

&- Li bajarê Wanê artêşa Tirk ya dagirker operasyoneke leşkerî da destpêkirin.

&- Odeya Çalakiyan Ya Xezeba Zeytûnê diyar kir ku, doh, di encama teqîna li Efrînê de, ji hêzên dagirker yên Tirk û çeteyên wê, 25 kes hatine kuştin û 36 kes jî birîndar bûne.

&- Partiyên Kurdan aloziya li Sûriyeyê û yekîtiya neteweyî nîqaş kirin

&- Mamostayên Zanîngeha Helebce li dijî dagirkeriyê banga yekîtiyê kirin

&- Rojnamevanên bajarê Hewlêrê piştgirî dane berxwedana greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê û bi zimanekî hevbeş gotin: Pêwîste medya dengê çalakgeran bigihîne cîhanê

&- Serçeteyê bi navê Ebû Mihemed Colanî ku di encama teqîneke li Idlibê de birîndar bûye, niha di nexweşxaneyeke Hatayê ya Tirkiyê de tê dermankirin.

&- Dewleta Tirk, bi behaneyên xapînok dixwaze hebûna xwe ya li Kerkûkê zêdetir bike.