Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Mehmet Aslan di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li mala xwe di serdegirtinê de hate destgîrkirin.

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan, li mala xwe ya li Stenbolê di serdegirtinê de hate destgîrkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve tê meşandin, Aslan hate destgîrkirin. Piştî ku saetekê li mala wî lêgerîn kirin, tevî materyalên dîjîtal gelek kovar û pirtûk jî hatin desteserkirin.

Piştî lêgerînê Aslan hate kelepçekirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.