Girêdayî diyaloga Sûrî – Sûrî ku her tim Meclîsa Sûriya Demokratîk banga pêkanîna wî dike da ku rêbazekî kar û çareseriyeke binghehîn ji aloziya Sûriyê re were peyda kirin. MSD’ê amadekariya lidarxistina toreyeke nû ya civînan dike da ku helwest nîz hev bibin û projeyeke li gorî hemû aliyên Sûriyeyê were meşandin.

Ev hewldana MSD’ê ew e ku hewl dide aliyên opozîsyonê lihev bicivîne û biryar û projeyên li gorî gel pêk bîne. Nemaze aloziya Sûriyê derbasî sala xwe ya heştemîn dibe û heta nihat ti çareserî pêk nehatine.

Evan civîn û konferansên hundirîn dibe ku nêrîneke siyasî ya berfireh ji hemû aliyên opozîsyona Sûriyeyê ve dûrî destwerdana aliyên derve pêk were. Hêzên herêmî hewl didin rewşa Sûriyeyê aloztir bikin.

Li gorî hin çavkaniyan MSD’ê bi hemû hêza xwe hewl dide hevdîtinên diyalogê ya nû di navbera aliyên Sûriyê de lidar bixîne û bang li hemû aliyên opozîsyona derve û hundirîn bike da ku beşdarî hevdîtinan bibin û çareseriyeke bingehîn ji aloziya Sûriyê re peyda bikin. Li ser baweriya MSD’ê bi diyaloga Sûrî – Sûrî li ser axa Sûriyê alternatîfa çareseriya leşkerî ye û diyar kir ku hêzên herêmî hêjî komên çete bikar tînin da ku berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê pêk bînin.

Evan civînên ku tên payîn ne cara yekemîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên lidarxistin. Beriya niha jî gelek civîn hatin lidarxistin û hevdîtinên yekemîn a diyaloga Sûrî Sûrî di 18 Tîrmehê de hate lidarxistin.