Alîkarê Hevserokên HDP’ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy got, “Tirkiyeyê hewl da hêzan li dijî hev bi kar bîne, lê belê êdî dawî li vê siyasetê hatiye. Ji ber vê yekê li Idlibê ji aliyê leşkerî, siyasî û dîplomasiyê ve têk çûye.”

Di demekê de ku li Idlibê krîz dewam dike, Moskowa û Enqereyê roja Pêncşemê ragihandin ku wan biryara agirbestê wergirtine. Beriya niha jî biryara agirbestê hatibû wergirtin, lê bi cih nehatibû anîn. Li aliyê din, piştî ku Rûsyayê û rejîma Sûriyeyê li Idlibê li leşkerên Tirk xistin, hikumeta Erdogan koçber careke din weke şantajê bi kar anî û berê wan da ser sînor. Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê yê ji Karên Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy ev rewşa trajîk nirxand.

Ozsoy diyar kir ku Tirkiye ji destpêkê ve penaberan li dijî Ewropayê weke amûreke gefxwarinê bi kar anî û got, “Vê carê hem hinekî bi kêr hat, hem jî bi kêr nehat. Erdogan vê carê encama ku dixwest nekarî bi dest bixe. Yekîtiya Ewropayê nerazîbûneke tund nîşan da, lê belê Merkel xwe nêzî nêrîna ‘herêma ewle’ ya Tirkiyeyê kir. Mîna berê xurt nebe jî qerta penaberan hîn jî di destê Erdogan de ye. Qerta herî mezin a li dijî Yekîtiya Ewropayê bi kar tîne ev e.”

Li ser pozîsyona Emerîkayê ya di vê rewşê de jî Ozsoy got, “Di nava hikumeta DYE’yê de yên ku piştgiriya Erdogan dikin bi tenê man. Ne ji Pentagonê ne jî ji kongreyê zêde nikare piştgiriyê werbigire, di mijara alîkariya ji bo Tirkiyeyê. Di mijara paketa însanî de paketek hate eşkerekirin. Dixwazin ji vê firsendê sûdê werbigirin û Tirkiyeyê li dijî Rûsyayê bikişîne ber bi aliyê xwe ve. Bi taybetî di demekê de ku têkiliyên navbera Emerîka û Îranê aloz bûye, dixwazin Tirkiyeyê ber bi aliyê xwe ve bikişînin. Lê belê di vir de mijara krîtîk ew e ku Tirkiye wê di mijara S-400’î de paşve gavê biavêje yan na? Eger biavêje wê Emerîka ji bo sererastkirina têkiliyên bi Tirkiyeyê re hewl bide. Lê belê eger tawîzê nede û li gorî daxwaza Emerîkayê li be rRûsyayê ranebin wê dema bê gelekî zorê bidin Tirkiyeyê.”

Ozsoy destnîşan kir ku di rewşa heyî de têkiliyeke dîplomatîk a Tirkiyeyê bi Ewropayê, Emerîkayê, Rûsyayê re nîne û got, “Bi gef û şantaja li Ewropayê dixwe hewl dide vê rewşê bimeşîne. Eger bi Erdogan re kar dikin, sedema vê yekê ne ew e ku ji Erdogan û rêveberên wî hez dikin. Ew ji vê rêveberiyê bêzar bûne. Hêrs bûne. Li ser gefxwarinê têkiliyê bi Ewropayê de datînin. Encama vê têkiliyê jî îflas e.

Di polîtîkaya dijî Kurdên li Sûriyeyê de bi tenê ma. Li DYE’yê yên ku piştgiriya wan dikirin jî êdî bi rengekî eşkere piştgiriyê naikn. Sazî hemû li dijî Erdogan in. Mijara penaberan DYE’yê eleqedar nake, bi giranî Ewropayê eleqedar dike. Hin welatên Ewropayê wê nexwazin ku Erdogan bikin dijberê xwe. Mînak; Yewnanistan, Bûlgaristan, Îtalya, başûrê Ewropayê. Erdogan kêm jî be wê Merkel ber bi aliyekî ve bikişîne. Ji bo vê hewl dide.”

Ozsoy destnîşan kir ku Erdogan di mijara şantaj û gefxwarinê de gelekî zêdegavî kir, lewma li qada dîplomatîk têk diçe û got, “Di rewşeke wiha de ku ji aliyê leşkerî ve ew û Rûsya li dijî hev tevdigerin, Ewropayê li aliyê xwe nabîne. Ev yek ji bo Erdogan rewşeke giran e. Hewl da van hêzan li dijî hev bi kar bîne, lê belê êdî ev siyaset bi dawî bûye. Lewma li Idlibê ji aliyê leşkerî, siyasî û dîplomatîk ve têk çûye.”