Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ji ANF’ê re axivî û diyar kir, êrîşa dawî ya desthilatdariya siyasî ya Tirkiyeyê ya li Kobanê, êrîşa li rûmet û hemû nirxên mirovahiyê ye. Ozturk got, tiştekî rasthatî nîne ku êrîş heman piştî civîna bilind a çar alî ya li Stenbolê hate kirin û bal kişand ser bazariyên bi rengekî veşartî hatine kirin.

Ozturk bi bîr xist ku li Kobanê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê berxwedaneke bê eman hate kirin û işaret bi girîngiya Kobanê: “Kê navê çeteyên DAÎŞ’ê yên barbar dibihîst ji ber direviya. Kobanê li dijî van çeteyên barbar bi lehengî têkoşiya û rûmet û hemû nirxên mirovahiyê rizgar kir.” Ozturk anî ziman, vê têkoşîna mezin, propaganda û feraseta ku digot ‘DAÎŞ têk naçe’ ji holê rakir û got, cîhan deyndarê berxwedana li Kobnê ye.

Ozturk diyar kir, desthilatdariya siyasî ya li Tirkiyeyê bi êrîşa li Kobanê re êrîşê dibe ser rûmeta mirovahiyê û anî ziman, di navbera mejiyê vê êrîşkariyê û mejiyê çeteyên DAÎŞ’ê de ti cudahî nîne. Ozturk wiha pê daket: “Dema ku dor li Kobanê hatibû girtin, hinek rabûn bi gotina ‘Vaye Kobanê dikeve’ kêf dikirin û dikeniyan. Wan kesan wê wextê destek didan çeteyên DAÎŞ’ê. Tişta ku wan çeteyan nekarîn li hemberî berxwedana mezin a li Kobanê bike, niha dixwazin bi xwe bikin.”

TIŞTEKÎ RASTHATÎ NÎNE KU ÊRÎŞ PIŞTÎ CIVÎNA BILIND HATE KIRIN

Ozturk ragihand, tiştekî rasthatî nîne ku êrîş heman piştî civîna bilind a çar alî ya li Stenbolê hate kirin û anî ziman, belavoka hevpar de li ser çareseriya stratejîk biryarek derneket holê. Ozturk got, li piştperdeya civîna bilind a Elmanya, Fransa, Rûsya û Tirkiyeyê li ser Rojava ku bi berdêlên mezin bû xwedî statu, bazarî hate kirin. Berdan Ozturk da xuyakirin, yekane sedema tevlîbûna Elmanya û Fransayê li civînê ew e ku pêşî li koça ber bi welatê xwe ve bigirin û got, dibe ku di berdêla vê yekê de çavên xwe li êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Rojava girtibin.

Ozturk diyar kir, hebûna Emmanûel Macron û Angela Merkel di civîneke wiha de, nîşan dide ku ya girîng ji bo wan pîvan nîne, lê berjewendî ne û got, nebûna Sûriye û DYA’yê di vê civînê de nîşaneya berbiçav a vê bazariyê ye. Ozturk bi bîr xist, gefên li ser Rojava piştî civînê zêdetir bûn û wiha dewam kir: “Radibe dibêje ’em dikarin ji nişka ve bên’. Gelo ji ku derê vê cesaretê digire? Eger bazarî nehatibe kirin, hesab nehatibe kirin wê karibe vê bêje?”

AKP BI PAŞEROJA GELÊN TIRKIEYYÊ DILÎZE

Ozturk bi bîr xist, li Efrînê jî heman senaryo hate lîstin û got, “Bi gotina, ‘Em dikarin ji nişka ve bên’, êrîş li jiyana bi hev re û piştevaniya gelan a li wir kirin. AKP bi êrîşên wiha bi paşeroja gelên Tirkiyeyê dilîze û ji bo desthilatdariya xwe ya faşîst bidomîne, welêt li hundir û derve dixe nava şer. Lewma niha êrîşê dibe ser Rojava. Lê belê gel bi krîzên aborî û siyasî, bi giranbûna pirsgirêkan berdêla vê yekê dide.”

Ozturk diyar kir, AKP ku dewama zîhniyeta tekparêz a dewletê ye, hebûna xwe ya li Sûriyeyê li ser qebûlnekirina statuya Kurdan çêkiriye û got, “Çeteyên cîhadîst ji bo vê zîhniyetê ne metirsîdar e. Ya ji bo vê zîhniyetê metirsîdar, statuya Kurdan e. Ji bo Kurd nebin xwedî statu her tiştî dikin. Lê belê ev yek hewldaneke belasebep e. Ji ber ku Rojava ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên li erdnîgariya Rojhilata Navîn destketiyek e. Û kes nikare gelan ji vê destketiyê vegerîne.”

KOBANÊ WÊ HER HEBE

Ozturk 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û got, Kobanê ku nîşaneya rûmet, wekhevî, azadî, demokrasî û aştiya mirovahiyê ye, li dijî her êrîşan wê her hebe. Ozturk diyar kir, her êrîşa li Kobanê were kirin, êrîşa li dijî rûmet û nirxên mirovahiyê ye û got, yên ku li hemberî vê êrîşê bêdeng dimînin divê zanibin ku li dijî nirxên mirovahiyê sûc dikin.