Koordînasyona PAJK’ê diyar kir şer, kavilkirin, koç, komkujiyên jinan, xwekuştin, bi navê namûsê kuştina jinan û bi pêkanîna pergala zilam serwer jin û mirovî ketine nav krîzekê û got, ”Ev şer û rewşa krizê herî pir bandorê li jinan dike û jehrkuja vê jî wê bibe têkoşîna jinan.”

AVAKIRINA JIYANA ALTERNATÎF PEYWIRA ME YE

Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Têkoşîna me ya azadiya jinê ku li çiyayên Kurdistanê geş bûye, li dijî paşverûtiya herêmî û pergala modernîst a kapîtalîst, li dijî hişmendiya qelp a azadiyê jî têdikoşe” û bi domdarî Koordînasyonê diyar kir, ”Li dijî hişmendiya jiyanê ya ku kapîtalîzmê ji bo jinan diyar kiriye, li dijî mehkûmkirina polîtîkayên lîberal û çanda tecawizê avakirina jiyana alternatîf û çanda ku xwe dispêrê ser jinê peywira me ya sereke ye.”

ÊRÎŞEKE SÎSTEMATÎK HEYE

Koordînasyona PAJK’ê bi berdewamî destnîşan kir pergal ji jina Kurd ku li Rojhilata Navîn bi rola pêşeng rabûye û bi berxwedana xwe hesab ji faşîzmê dipirse û bûye hêvî, dixwaze tolê hilîne û got, ”Ji bo vê jî êrîşeke taybet û sîstematîk li ser jina Kurd heye”.

RÊBER APO HEDEFA SEREKE YA PERGALÊ YE

Koordînasyona PAJK’ê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kir, diyar kir Ocalan ê ku li Rojhilata Navîn afirînerê berxwedanê û danêrê pergala alternatîf e, di hedefa sereke ya pergalê de ye, bi rengê ku tolê, ”ji milîtânê azadiya jinê û şervanê herî mezin Rêbertiyê tolê hilînin, êrîşê dibin ser. Rewşa Rêbertiya me, tecrîda giran û pergala êşkenceyê bandorê li jinan û li azadiya jinan dike. Ji bo vê jî em dibêjin azadiya Rêbertî azadiya jinê ye. Bêyî Rêbertî jiyaneke azad ne pêkan e. Ji bo vê jî ji bo têkoşerê mezin ê doza azadiya jinê Rêbertî, geşkirina têkoşînê şertê sereke yê azadiya jinê ye.”

WÊ HESABÊ KOMKUJIYAN WERE PIRSÎN

Koordînasyoan PJAK’ê êrîş û çavneberiya Erdogan a li ser çar parçeyên Kurdistanê ya li dijî azadiya jinê destnîşan kir, diyar kir ku li Efrînê mîna komkujiya Şengalê komkujiyeke sîstematîk heye, her roj bi dehan jin têne revandin, tecawiz li wan tê kirin, tundî li wan dibe û got, ”Berpirsê vê dewleta Tirk û Erdogan e. Divê hesabê vê were pirsîn. Li dijî kirinên li Efrînê ku hemû cîhan xwe kerr û kor dike geşkirina têkoşîn û berxwedanê peywira sereke ye.”

ŞOREŞA ME YA BI PÊŞENGIYA JINAN WÊ DAWÎ LI FAŞÎZMA ERDOGAN BÎN

Koordînasyona PAJK’ê diyar kir di dema dîktatoriya Erdogan de tundiya li ser jinê gelekî zêde bûye, desthilata Erdogan  desthilata tundî, komkujî, tacîz û tecawizê ye û got, ”Li dijî berpirsê komkujiya jinan û êşa gelên me faşîzmê têkoşîn û hilweşandina dîktatoriya Erdogan ji bo xilasbûna ji cîhana tundiyê wê bibe gaveke girîng. Jin wê vê serweriyê, dîktatoriyê û faîzmê hilweşînin. Şoreşa me ya bi pêşengiya jinan wê dawî li faşîzma Erdogan bîne.”

MÎSYONEKE DÎROKÎ LI SER ME YE

Koordînasyona PAJK’ê herî dawî got ew  tevgera azadiya jinê bi mîsyoneke pêşeng a dîrokî re ne û ew hay ji vê hene, li dijî îdeolojiyên bi mohra zilam serwer a berdest, li dijî modêlên dewletê, desthilatê û dijberiya jinê ew ê pergala konfederal, bi têkoşîna li ser rizgariya jinê, ekolojî û demokratîk wê jiyana alternatîf ava bikin. Koordînasyonê got, ”Jin li gel ku mexdûrê tundî û şer in jî her wiha navenda berxwedan û azadiyê ne. Rizgariya jinê û bidawîbûna tundiyê wê bi hişmendiyeke radîkal a azadiyê û bi têkoşînê bibe. Ji bo vê jî pêdivî bi têkoşîna hevpar a jinên cîhanê, bi yekîtiya netewî ya jinên Kurd û bi pergala hevpar a jinên Rojhilata Navîn heye.”