Koordînasyona partiya azadiya Jinên Kurdistanê PAJK’ê li ser şehadeta Bîşeng Brûsk û Sara Hogir Riha daxuyanî da.

PAJK’ê şehîd Bîşeng û Sara bîranî û bi van gotinan behsa Bîşeng Brûsk kir

Hevrê Bîşeng lêgerîna xwe ya azadiyê bi tevgera ciwanên şoreşger destpê kir, bi tevgera Apoyî dewam kir. Bû milîtaneke pêşeng a bijartî. Felsefeya Rêber Apo gihand ciwanên Kurdistanê, têgihiştina azadiya jinê belav kir. Ciwanên Kurdistanê, bi taybetî jinên ciwan bi rêxistin kir, perwerde kir û rakir çalakiyê. Di pêşdebirina têkoşîna jinê de bi berpirsyarî rabû. Ji şoreşê û hevalên xwe gelekî hes dikir.

Li ser şehîd Sara Hogir Riha jî PAJK’ê vê nirxandinê kir.

Hevrê Sara Hogir Riha bi cewhera welatparêziyê ya Rihayê mezin bû. Li ser şopa Sakîne Cansizan tevlî nava têkoşînê bû û heta nefesa xwe ya dawî erka milîtaniyê pêkanî. Mîna hevrê Bîşeng timî xwest weke gerîlayeke azadiyê tevlî şoreşê bibe. Armanca wê ya herî mezin ewe; di serî de Bakur li hemû çiyayên Kurdistanê weke gerîla şerê azadiyê bike

Koordînasyona PAJK’ê da zanîn ewê li ser şopa şehîdan bimeşin û wiha got:

Ji bo bîranîna şehîdan soza ciwanan e, tevna sîxuriyê ya dijmin ji Kurdistanê bê avêtin, li dijî faşîzmê têkoşîn bê mezinkirin û şerê gel ê şoreşgerî bê meşandin.

Li ser vê bingehê em bang li ciwanên Kurdistanê hemûyan dikin, li ser bingeha hilanîna tola Bîşeng û Sarayan refên şoreşê xurt bikin, 8’ê Adarê, Newrozê pêşwazî bikin, pêngava azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re bilind bikin.