Di şerê 27’ê Kanûne de gerîlayên bi nave Ozgur Ay, Îslam Olçay û Lokman Muhammed li Çiyayê Bagokê şehîd bûn.

Piştî testa DNA’yê cenazeyên şehîd Ozgur Ay û Îslam Olçay ji aliyê malbatên wan ve hatibûn wergirtin û dawiyê hatibûn veşartibûn.

Lê cenazeyê şehîd Lokman Muhammed ji ber ku ji Rojavayê Kurdistanê bû li morgê hate girtin.

Malbata şehîd nekarîn cenaze wergirin.

Dagirkeran cenazeye şehîd Lokman Muhammed li navçeya Artukluyê li Goristana Kamorê li aliyê bêkesan veşartin.