“Her tişt gelekî nebaş nîne. Em heta dawiyê bi biryar in û em ê şehadeteke erzan ti carî nebînin. Baweriya me ya bi serketinê bi qasî rojê eşkere û diyarker e.”

Gerîla Akîf Botan li Heftanînê, beriya ku li Xantûrê şehîd bikeve di hevpeyvîneke xwe de wiha digot, “Şert û merc zehmet in, gelekî zehmet in. Lê belê ev yek pêwîstiya têkoşînê ye û ya ku me li ser piyan dihêle jî ev têkoşîn e. Em bi moral in, bala her kesî li ser me ye ji ber ku em çarenûsa gelekî diyar dikin.” Piştî vê hevpeyvînê di çalakiyeke êrişê de şehîd bû. Û ew gotinên wî li pey wî man.

Ji nava lênûska şervanekê nameyek vê hefteyê gihîşt ber destê min. Ji lênûska ku li ser şer nivîsî bû, nivîsa hevrêyeke şehîd li ser şehîdeke din nivîsî bû. Nameyek çiriyayî bû, parçe parçe bûbû. Şil bû, ax li ser hebû, lê dîsa jî li rûpelê herî pêş ê lênûskê hatibû nivîsandin. Gerîla dem û cihê hevîtinê nas nake. Ya ku li wê nameyê hatibû nivîsandin û gotinên Akîf Botan mîna hev bûn. Ew name sala 2016’an ji aliyê egrîlaya Amedî Viyan Amed ve hatibû nivîsandin ku di Berxwedana Geverê de şehîd bûbû. Viyan Amed ev name ji hevrêyên xwe re şandibû. Di nameyê de wiha dihate gotin:

“Me zehmetî kişand, gelekî jî zehmetî kişand. Lê belê ev yek pêwîstiya têkoşîna azadiyê ye. Bi vê têgihiştin û baweriyê em bi partiyê ve hatin girêdan. Ji bo van hevalan divê ti carî gotineke nebaş li ser şehîdan an jî keda partiyê neyê gotin. Em vê notê ji bo qala tiştên neyînî bikin nanivîsînin. Lê belê divê rewşa me bê fêhmkirin. Her tişt gelekî nebaş nîne. Em heta dawiyê bi biryar in û em ê şehadeteke erzan ti carî nebînin. Baweriya me ya bi serketinê bi qasî rojê li pêş çavan e û diyarker e. Di nava me ciwanan de, di nava hevalan hemûyan de biryardarî heta dawiyê ye. Rewşa hemû hevalan bi vî rengî ye.

Em gelekî bi moral in, gel her roj tê xatir ji me dixwaze, lê belê em ti carî ne di wê atmosferê de ne. Em bi eşqa şervanên nû, bi wê moralê amade ne şer bikin û bi ser bikevin. Em bi vê baş zanin, beriya derfetan wesfa mirovan girîng e.

Şehîd Viyan her tişt gelekî vekirî nivîsî bû. Zor û zehmetî, ya ku hebûna wê diafirîne, dide şerkirin û baweriya bi serkertinê.

Yekane tişta ku Viyan Amed a Amedî got, ew gotina ku her şervan li pey xwe dibêje û gerîla bi rê ve dibe;

Bila me ji bîr nekin!”