Serokê ÎHD’ê Şaxê Amedê parêzer Abdullah Zeytûn li ser çalakiyên greva birçîbûnê axivî û got, “Çalakgerên greva birçîbûnê xwedî daxwazên gelekî rewa û qanûnî ne.”

Serokê Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Abdullah Zeytûn li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê ji ANF’ê re axivî.

Zeytûn anî ziman, wan li Amedê koordînasyonek ava kirine ku ji Baroyê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê, Odeya Tabîban û ÎHD’ê pêk tê.

Diyar kir ku koordînasyona bi rêk û pêk serdana girtîgehên Tîpa E, T, D ên Amedê û Girtîgeha Xarpêtê dike û rewşa tenduristiyê ya girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne dişopîne.

Zeytûn destnîşan kir, daxwazên çalakgeran teqez rewa û mafdar in û li gorî qanûnên Tirkiyeyê ne.

Zeytûn anî ziman, mûxatabê qanûnî yê vê çalakiyê Wezareta Edaletê û desthilatdariya siyasî ye û got, “Lê hîn jî bêdeng in. Ya rast, Tirkiye demeke dirêj e di nava krîzeke hiqûqî de ye. Ev yek xwe li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê nîşan dide.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê me bi saziyên erkdar re hevdîtin kirin, lê mixabin heta niha ti encam bi dest nexistine. Em, tevgereke mafên mirovan di çarçoveya hiqûqê de nêzî vê mijarê dibin. Ji ber ku daxwazên tên kirin xwe dispêrin qanûn û rewatiyê.”

‘DIVÊ DAXWAZ DI ÇARÇOVEYEKE QANÛNÎ DE BÊN NIRXANDIN’

Zeytûn anî ziman, malbat û parêzerên Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliyê her hefte daxwaza hevdîtinê dikin, lê belê Wezareta Edaletê timî bi hincetên neeşkere û li derveyî hiqûqê serlêdanê red dike.

Zeytûn got, “Rayedar dixwazin daxwazên çalakgeran tenê ji aliyê polîtîk ve binirxînin. Lê belê nabe ku nêzîkatiyeke bi vî rengî bê nîşandan. Nabe ku li derveyî çarçoveya qanûnî bên nirxandin. Qanûna Tedbîrên Ewlekarî û Ceza bi rengekî gelekî vekirî eşkere dike ku girtiyek çawa dikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.”

‘DIBE KU AGAHIYÊN NEBAŞ JI GIRTÎGEHAN BÊ’

Zeytûn ragihand, ew li Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi çalakgeran re rûniştiye û got, “Rewşa wan a tenduristiyê êdî ji asta krîtîk derbas bû. Eger ev bêhiqûqî bidome dibe ku em agahiyên nebaş ji girtîgehan bibihîzin. Bi navê ÎHD’ê me ji destpêkê heta niha ve ragihandin ku em grevên birçîbûnê yên ku zerarê didin yekparebûna beden û mafê jiyanê yê mirovan, pêşniyar nakin.

Lê belê bêhiqûqiya ku tê kirin û rewşa xitimandî, diyar e bûne sedem ku girtî serî li çalakiyeke bi vî rengî bidin. Ji ber vê yekê em jî hurmetê nîşanî vê çalakiya wan a di çarçoveya azadiya fikir û îfadeyê de didin. Lewma em ê daxwazên wan di vê astê de ji bo di çarçoveya qanûnî de bên nirxandin, her tim bînin ziman. Em dixwazin bêjin, daxwazên wan ne ew daxwaz in ku neyên qebûlkirin.”

‘RAYEDARAN TENÊ GUHDARÎ KIRIN’

Zeytûn li ser hevdîtineke ku berî niha bi demekê bi rayedarên wezaretê re kirin agahî da û got, “Ne tenê em, rêxistinên din ên maf û hiqûqê daxwaza hevdîtinê li rayedaran kirin. Di hevdîtina me de ya bi wezaretê re, tiştên me gotin tenê not girtin. Li ser tecrîdê û çalakiyên greva birçîbûnê tiştek negotin.”

Zeytûn destnîşan kir, pirsgirêk ne tenê tecrîdkirina Ocalan e û got, “Kî dibe bila bibe, tecrîdeke bi vî rengî mijare her kesên li ser maf û hiqûqê dixebitin e. Em dixwazin bêjin, ev pirsgirêk jî dikare bi hiqûqê çareser bibe û divê mirov bi pîvan nêzîk bibin. Lewma divê civaka sivîl li ser mijarê helwestekê nîşan bide. Pêwîste rêxistinên maf û hiqûqê bi dengekî bilind vê rewşa mafdar bînin ziman.”

ÇALAKIYÊN ME WÊ BIDOMIN’

Serokê ÎHD’ê yê Amedê Zeytûn got, “Eger em qala lihevkirina civakî û edaletê dikin, divê em ji vê mijarê dest pê bikin. ÎHD’ê çalakiya ‘Bibe dengê jiyanê’ li dar xist. Armanca me ji vê yekê ew e ku pêşî li encameke ku rê li ber travmaya civakî veke, bigirin. Ji ber vê yekê jî divê tavilê derfet bên afirandin ku Birêz Ocalan û 3 girtiyên din karibin malbat û parêzerên xwe bibînin.”

Zeytûn diyar kir, çalakî û hewldanên wan ên li ser mijarê wê bidomin.