Kurdistaniyên li Ewropayê, ji bo balê bikişînin ser berxwedana grevên birçîbûnê çalakiyên xwe didomînin.

Kurdistaniyên li Ewropayê, ji bo balê bikişînin ser berxwedana grevên birçîbûnê çalakiyên xwe didomînin.

BORDEAUX

Li bajarê Bordeaux ê Fransayê, Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdê, çalakiyeke bêdeng li dar xistin.

Girseya gel li Stalingradê li hev civiya, belavok belav kir û raya giştî li ser mijarê agahdar kir.

Di dawiya çalakiyê de ji bo xwepêşandana roja Çarşemê banga tevlîbûnê hate kirin.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, bêdengiya li pêşberî çalakiyên greva birçîbûnê hate şermezarkirin.

Girseya gel li ber Europa Galerî li hev civiya, ji bo balê bikişînin ser çalakgerên greva birçîbûnê êlekên spî li xwe kirin û li ser greva birçîbûnê pankart vekirin.

Di çalakiyê de ku gelek belavok hatin belavkirin, Hevserokê NCDK’ê yê Saarbruckenê Dexîl Îbrahîm axivî, bêdengiya raya giştî ya Elman şermezar kir û got, “Ji bo dengê me bibihîzin divê Kurdistanî li her qadê çalakiyan pêk bînin.”

Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” hatin qîrîn.

TOULOUSE

Bi heman armancê li bajarê Toulouse yê Fransayê çalakiyek hate lidarxistin.

Girseya gel li ber meydana Saint-Cyprienê li hev civiya, tecrîdkirina Ocalan şermezar kir û xwest, dawî li rewşa bêdeng were anîn.

SANDVIKEN

Li bajarê Sandviken ê Swêdê, bi pêşengiya Meclîsa Gel a Gavleborgê çalakiyek hate lidarxistin û bêdengiya li pêşberî grevên birçîbûnê hate şermezarkirin.

Girseya gel saet 17’an li navenda bajêr li hev civiya û dirûşmên “Daxwazên Leyla daxwazên me ne”, “Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re”, “Tûrîzma Tirkiyeyê boykot bike” qîriya. Bi navê komuna Sandvikenê Naim Serhad silav da girseyê û got, “Ji bo bidawîkirina tecrîdê niha heft hezar mirov di greva birçîbûnê de ne, lê Yekîtiya Ewropa, CPT û Swêd bêdeng in. Berî ku agahiyeke nebaş bê bihîstin, em dixwazin mirov vê bûyerê bibînin.”

Mîtîng bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.

AMSTERDAM

Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê, bêdengiya li pêşberî greva birçîbûnê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Girseya gel ji Waterloopleinê heta Museimpleinê meşiya.

Endamên rêxistinên çep ên Tirkiyeyî û Êlek Zerên Hollandî jî tevlî çalakiyê bûn û piştgirî dan Kurdistaniyan.

Çalakî li Museumpleinê bi mîtîngekê bi dawî bû.