33 mehin agahî ji Rêber Apo û sê girtiyên li Îmraliyê nayê girtin.
Ji bo hevdîtina bi rêber Apo re, parêzerên bûroya hiqûqê ya Sedsalê, Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî serî li serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê dan.
Heman parêzeran ji bo girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.
Serlêdanên malbat û parêzerên Rêber Apo û 3 girtiyên, bi hinceta “cezayê disîplînê” tê astengkirin.
Dadgerî hejmara dosyayê ya têkildarî cezayê disîplînê parve nake û hinceta vê yekê jî “belavbûna li ser çapemeniyê” nîşan dide.