Parêzerê malbata Dedeogûllari ya ku li Konyayê hate qetilkirin, giliyê rayedaran kir.

Li navçeya Meram a Konyayê 30’ê Tîrmehê malbata Dedeogûllari hate qetilkirin. Parêzerê malbatê Abdûrrahman Karabûlût parvekirinek li ser lêpirsîna têkildarî komkujiyê kir û diyar kir ku wan giliyê dadger û dozgeran, midûriyeta emniyetê ya bajêr û polîsan kirine.
Abdûrrahman Karabûlût got,

Bi navê parêzerên ji koma parastina malbata Dedeogûllari ji bo cezakirina berpirsyaran em ê gilî û serlêdanên pêwîst timî bikin.”