Ehmedê Gula salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir û got PKK ji bo Kurdistanê dîrokeke nû ye.

Ehemdê Gulo yek ji kesayet û ji malbatên welatparêz ên Qamişlo ye. Di salvegera 44’emîn ya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) de qala destpêkirina naskirina partiyê û kar û xebata wê demê kir.

Ehmedê Gulo li ser destpêka naskirina partiyê wiha axivî:

‘’Carekê birayê mezin Yusuf Gulo hat û got dibêjin hin ji Kurdê Bakur derbasî Rojava bûne û divê alîkariya wan bê kirin, ji bo wê jî  çavê me li benda wan bû ji ber me dizanî ku eger Kurdê Bakur ranebin tu parçeya Kurdistanê nikare azad bibe. Başûr xistine dorpêçê. Hevjîna hevalê Seyfî wefat kir. Dipirsiyan ku kî xwediyê wê ne, me got  em xwediyê wê ne.  Li mezarê hate veşartin û sersaxiya wê li mala Yusuf Gulo hate çêkirin. Di wê demê konfransa çaran bû tê de biryara vegera welat hate standin û berxwedaniya Zindana Diyarbekir di duniyayê de deng da.”

Ehmed li ser destpêkirina xebatê û astengiyên ku li pêşiya wan derdiketin wiha axivî got, “Piştî ku partiyek hate avakirin û artêşek hate avakirin Yusuf Gulo got şansê wan di şoreşa mala Berzanî de çênebû, ji ber ku di wê demê gelek kesan ji malbatê navê xwe ji bo beşdarbûna nav pêşmergeyan dabûn.” Ehmed wiha domand: “Lê ev şoreş li ber deriyê me ye û divê em tevlî bibin, ji ber ku gelek kes di malbatê de zewicî bûn nikarîn tevlî bibana.  Lê Mustafa kurê şehîd Yusuf Gulo piranî bi partiyan re dan û standin kiriye û di aliyê siyasetê de xurt bû. Bawariya gel bi Mustafa hebû ji ber wê ruxmê ku zewicî bû biryara tevlîbûna nav tevgera azadiyê da.  Piştî wê derdorî salê 1990 de dema ku şehadeta Musetaf hate ragihandin gelek ciwanên malbatê tevlî bûn.

Di dema demsala çandiniyê de em ji bo komkirina alîkariyê deketin nav gel. Piştî wê demekê heval hatin ji me re gotin wan erd çandiye û alîkarî dixwazin ji bo ku  berhemên çandiniyê kombikin.  Di rojekê de nêzî 40 çiwal nîsk dihate komkirin, bi vî awayî êdî bewariya gel bi PKK’ê hat.

Piştî ku tivinga Şehîd Egîd li hemebr dijmin hate teqandin bi hezaran ciwanên Kurd ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî tevgera azadiyê bûn. Her çar parçe bi hev re alîkarî kir, piştî  şehadeta Şehîd Mustefa welatparêz ji Efrîn, Dêrîk, Serêkaniyê û her wiha ji hin herêmên din naskirin û têklî bi welatparêzan re berfirehtir bû.’’

Ehmedê Gulo li ser derktina Rêber Ocelan ji Sûriyê wiha got: “Partiya Karkerên Kurdistanê bi exlaqê xwe nêzî gel bû. Şerê gelê şoreşgerî gel ji bo mafê xwe ya rawa şer dikin, ev yek li zorî Tirkan çû, ji bo vê jî ji hikumeta Sûriyê re got ku hûn Abdullah Ocalan nedin me em ê êrîşî Sûriyê bikin. Ji bo vê jî Rêber Ocalan ji Sûriyê derket ji bo ku şerek di Sûriye de çênebe. Dema ku derkete Ewropayê komployeke navnetewî li ser Rêber Oalan hate kirin. Di girtina Rêber Ocalan de carinan hikumeta Sûrî û Tirkiyê malbatên welatparêz dikirin hedef.  Yek ji wan malbatan malbata me bû û em gelek hatin êşandin, di wê demê de her kesî heval nedixistin mala xwe, ji ber ku di wê demê de agahî belav kirin ku kesê Apociyan di mala wî/ê de bê girtin, wê wî/ê bixin hedefa xwe. Ji ber ku di wê demê de peymanek derket û tê de hate gotin ê ku Apociyan di mala wan de bê giritin wê teslîmî Tirkiyê bibe.

Di rojeke cejnê hate dîtin ku mal ji aliyê Istixbarata rejîmê ve hatiye dorpêçkirin.

Berxwedana gel li hemû parçeyên Kurdistanê pîroz dikin û hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê bû roja hebûna Kurdan. Piştî hezaran salan bi Rêbertiya Abdullah Ocalan wê gelê Kurd rabe ser xwe ji ber ku çiqas car dewleta Tirk êrîşî Sûriyê kiriye û bi ser nakeve îro roj hatiye ku hemû kurd bihvere biratiya gelan pêk bînin.  Ji ber ku hemû tiştên pîroz ji dîrokê xistin binê xizmeta xwe ji bo ku li dijî Kurdan bikar bînin. Di  hundurê sînorekî de em hemû pêkhate birayê hev in divê duniya Kurdan qebûl bike ji ber ku di axa Sûriyê de ewqas şehîd hatin dayîn.’’

Ehmed Gulo ji bo salvegera damezirandina PKK’ê jî wih got:

‘’Ev roj roja nûkirina dîrokê û hebûna Kurdan e. Ji bo vê jî divê em têbikoşin, ji bo serkeftinê û wê serkeftina me bi rêbertiya Abdullah Oclan bi serkeve. ‘’